Versions- Dîwan [Kurdî, İstanbul, 1986]
- Dîwan [Kurdî, Stockholm, 1987]
- دیوانی شیخ احمدی جزیری [Kurdî, ههولێر, 2576 (1964)]
- دیوانا مهلایێ جزیری [Kurdî, بهغدا, 1977-01-01]
- دیوانا مهلایێ جزیری [Kurdî, دهۆک, 2005-01-01]
- Dîwan [Kurdî, İstanbul, 2013-01-01]
Dîwan
Melayê Cizîrî
Sirê Meygêr
Newaya mitrib û çengê, fîxan avête Xerçengê Were saqî heta kengê, neşoyin dil ji vê jengê? Heyata dil meya baqî, binoşin da bimuştaqê Ela ya eyyuhes'saqî, edir ke'sen we nawil ha
Ku katib dêmî cedwel kit, şikeste xet mûselsel kit Ji yek herfan mufessel kit, ki ye vê muşkilê hel kit? Dizanî rûd û 'ûd ewel, çi tavêtin surûd ewel? Ke 'işq asan nimûd ewel, welê uftadî muşkil ha .....
Melayê Cizîrî - Mela di 1570'î de li Cizîra Botan hatiye dinê. Pêşî wî li cem bavê xwe xwendiye. Piştre ew çûye Diyarbekir û li gundekî bi navê Sitrabas li cem Mele Taha xwendiye û jê destûrnameya xwendinê wergirtiye. Mela piştre çûye li gundekî bi navê Sirba yê Diyarbekir meletî jî kiriye. Û dûre ew ji wir çûye, di Xwendegeha Heskîfê de ders daye feqiyan. Piştî demekê Mela ji wir çûye Cizîrê û di Mizgevta Sor de dersdarî kiriye, heta ku di 16401 de çûye dilovaniye xwe. Niha gora Melê ya pîroz, di binê Mizgevta Sor de ye û pîrozgeha Kurdan e.
Pirtûka Melayê Cizîrî ya herî menşûr, ev Dîwan e. Belam berhemên wî wekî din hebin nebin me ageh jê nîne. Lê gelek helbestên wî hene ku ne ji yên Dîwanê ne û li nav xelkê belav bûne. Her beşeke Dîvanê bi serê xwe zanistiyek e; ji tarîxê heta felsefê, ji barbariya Cengiz û Tîmûrleng heta teoriye Iqlîdes û Istoqusê Yûnanî, ji astronomiyê heta tevgera dinyayê û ji gelek tiştên wisa yên din behs dike. Erê Dîwana Cizîrî di ware zimanê kurdî de jî, gencîneyeke pir dewlemend e. |