The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ji nav şiîrên min


Author : Şêrko Bêkes
Editor : Avesta Date & Place : , İstanbul
Preface : Pages : 63
Traduction : Rûken Bağdu Keskin ISBN : 975-7112-31-3
Language : KurdishFormat : 120x195 mm
FIKP's Code : Liv. Kl. 3681Theme : Poetry

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Ji nav şiîrên min

Versions


ŞIÎRA BÊKES

Serhildana tevgera Ruwange, ji nûkirina şiîra kurdî ya nûdem re pêngava duwemîn bû. Yek ji pêşengên vê tevgerê şaîrê bi nav û deng Şêrko Bêkes e. Pêngava yekemîn di navbera herdu şerê cîhanê de hat avêtin. Di wan deman de komek xortên şaîrên kurd, ji wan; Evdila Goran, Reşîd Necîb û Şêx Nûrî Şêx Salih, şiîra kurdî ji kevnîtî xelas kirin, ew xelaskirin tenê nebû jêkirina kot û bendê wezn û erûza erebî ji şiîra kurdî. Lê ji aliyê naverokê ve jî şiîra kurd kete qonaxeke nû. Bi vê yekê kêşê şiîra folklorî ya netewî ket şiîra kurd. Zimanê şiîra kurdî di zemanên bûrî de zimanek tevlîhev bû. Xwendevanê kurd nikaribû bi hêsanî jê kêm bike. Ew ziman li ser destê Goran û hevalên wî bû zimanekî zelal û ronî.

Di destpêka heftê yên vê sedsalê de Xwendingeha Goran di şiîra kurdî de xwe pirr dide xuyan. Tevgera Ruwange piştî beyana 11'ê Adara 1970'yan ket şûna wê xwendingehê. Qonaxek nû di jiyana siyasî ya kurd de dest pê kir û serdemek nû ji bo jiyana edebiyata kurdî bi xwe re anî. Şiîra kurdî pencereyek mezin li ber bayê şiîra cîhanî vekir. Ji aliyê din ve jî şaîrên kurd ketin ser şopa feydegirtinê ji folklor, efsane û edebiyata devkî ya kurdî.

Şêrko Bêkes kurê şairê welatparêzê mezin Faîq Bêkes e. Ji piştî 1970 û pê ve pêşevanê şiîra kurdî a nûdem e. Di sala 1987'an de ji aliyê PEN Klûba Swêdî ve xelata Toxolîskî wergirtiye. Piştî damezrandina Hikûmeta Kurd li Başûr, Şêrko Bêkes bû yek ji parlamenterê kurd û piştî hingê jî bû wezîrê kulturê, niha jî li Swêdê jiyana xwe didomîne.

Şiîrên ku di vir de ji soranî (kurmanciya jêrîn) hatine wergerandin şiîrên kurt in ku Şêrko Bêkes bi xwe çêkerê ev cûre şiîrê ye di edebiyata kurdî de. Bêkes ji vê cûre şiîrê re dibêje "şiîra poster." Xeynî vê cûreyê, Bêkes bi gelek awayên din jî şiîran dinivîse.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals