Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çend rûpel ji dîroka gelê kurd


Weşan : Apec-Tryck Tarîx & Cîh : 1991, Spånga
Pêşgotin : Rûpel : 274
Wergêr : Elîşêr MultimediaISBN : 91-87730-11-1
Ziman : KurdîEbad : 140x200 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 2616 Mijar : Dîrok

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Çend rûpel ji dîroka gelê kurd


Çend rûpel ji dîroka gelê kurd 

Ev kitêba destê we ya dîroknasê hêja Mamoste Dr. Kemal Mezher Ehmed e ku orîjînalê wê bi Zarava Soranî (Kurmancîya Xwarê) bi navê "Çend Lapereyek Le Mêjûwê Gelê Kurd" (beşê yekem) di sala 1985'an de li Iraqê hatîye çapkirin. Di wergerandinê de hin metnên wergerê yên ku ji rojname û kovarên Kurdî (her wekî rojnama Kurdistan) hatine stendin ji bo wergerandinek hîn tekûztir çêbe, karê dana wan ber orîjînalan ji aliyê Mamoste Malmîsanij de hatîye kirin. Em li vir sipasê xwe jê re dikin.

Kitêb ji şanzdeh gotarên Dr. Kemal Mezher ên di cuda cuda deman de hatine nivîsandin pêk té. Her yek ji van gotaran bi serê xwe quncikek dîroka gelê me yên di tarîtîyê de mayîn didin ronîkirin. Bi kurtî mirov dikare bêje her yek ji van gotaran ji me re wek kitêbek in.

Bêguman afirandinên Dr. Kemal Mezher ne ev tenê ye. Bi dehan gotar il kitêbên wî yên gelek hêja yên di warê lêkolîna dîroka Kurdistanê de hene. Lê gelek mixabin ji ber bikaranîn alfabek aida, heta îro, nemaze xwendevanên Kurdistana bakur nekarîne îstîfade ji van afirandinên hêja bikin.
 
Ji ber vê em dibêjin ku gava xwendevan vê kitêba destê xwe de bixwîne biqedîne em bawer dikin wê ew jî bigihîje wê qeneetê ku bi çapkirin Kurmancîya wê, me çawa kareki di cih de kirîye. Ger xwendevarên hêja beşdarîya vê nêrîna me bike em xwe bextîyar dihesibînin.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar