Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Amîdabad


Nivîskar : Fawaz Husên
Weşan : Avesta Tarîx & Cîh : 2001, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 106
Wergêr : ISBN : 975-7112-94-1
Ziman : KurdîEbad : 130x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 1125Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Amîdabad

Versions:


Amîdabad

Belê, di wan salên dawîn de, navçeya Amîdabadê vala dibû. Li ser axeke agirî, di bin azmanekî misînî de, me dert bi Koça Mezin kiribû. Di gundên wêranbûyî de, bi tenê kûçikên bêxwedîmayî di dirêjahiya şevan de direyan, giliyên xwe bi heyva sar dikirin. Di Amîdabadê de bi tenê çemek hebû û ew jî ji mêj ve miribû û zikê wî bûbû  sergoyê giştî. Goristan herroj firehtir û pirtir dibûn. Herroj em bêtir  winda dibûn. Me kincên biyaniyan li xwe dikirin, em bi zimanên wan diaxivîn û me ji mêj ve dest pê kiribû me serê xwe bi xerafat û xuyên wan bilind dikir.

Koça Mezin dabû ser rêya nebedîbûnê. Em bi milyonan bûn, me  dikarîbû çiyayên bilind bihejandana, me dikarîbû bi mîza xwe lehî  rakira, lê, em bê hiş bûn, me xwe li tixûbên nenas, li çareserkirinên erzan girtibû...



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar