La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xwençe IV


Éditeur : Yekîtiya Nivîskarên Kurd Date & Lieu : 1991, Stockholm
Préface : Pages : 262
Traduction : ISBN : 91-630-0764-9
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 3381. IVThème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Xwençe IV

Versions


Xwençe cild IV

Ji bo şadiya rihê şehîdê nemir,
serokê Serhildana Kurd a li Sasûnê Eliyê Ûnis...

Xwençe – IV bi naveroka xwe, ji babeta hersê cildên pêşiya xwe ye, ku pareke hindik e ji çanda kurdî ya kevnare, me li vir nivîsî. Bêguman di îro de nivîsandina çirok, meselok, leqemok, folklor û tiştên wd.ji bo me pir pêwîst in. Ji ber ku dijminan ziman li me qedexe kirine; heyînên me yên nivîskî hemû ji holê rakirine û xasma dewleta Tirk bi riya televizyon, radyo, çapemenî û dibistanên xwe, nifşên nûhatî bihêsanî asimile kirine û dike. Dijmin, polîtîkayeke bihêj ya helandina Neteweyê Kurd dimeşîne; torre, livak û çanda xwe li Kurdistanê diçîne. Ha sedemê nivîsandina Xwençeyan ev e, ku min dest pê kiriye. Lewra ew dijminên destqirêj dixwazin ku gelê Kurd ji holê wenda bikin, da ku bihêsanî bi dinyayê bidin xwiyakirin, ku ango Kurd nînin, yan jî bavikekî Tirka ne! Lê Neteweyê Kurd destûrê nade, ku kesên biyanî rûreşîne wisan pê ve bine. Kurd, vî zimanê xwe yê pîroz û vê çanda xwe ya giranbiha ya ku bi hezaran sal berê yadîgara bav û bapîran maye, di cergê xwe de parastiye û nifşenifş sipartiye hevdu, hetanî dema niha aniye. Îcar ha ji ber van sedemên han e, ku eger bi şaşî û çewtî be jî me xwe ji bo vi karê pîroz amade kir û ger bihindikî jî be, hinek berpirsyariya xwe ya li hemberê gelê xwe yê belengaz bi cih ani. Da ku sibe-dusiban nifşên Kurd ên nûhatî me bibexşînin, li me bibihurin û di buwara me de zêde gilî û gazin mekin.
Xwençe-IV, li ser du beşan hatiye dabeş kirin:

Beş-I
A) Kilamên dîrokî:
Ev kilam yan stiran, piranî ew tişt in ku li ser hin bûyerên dîrokî hatine gotin. Hinek jî li ser şerên xwebixwetiyê ne, ku di mabeyna Kurdan de çêbûne û ku ew bûyer ji aliyê dengbêjan ve bidevkî, bi navê "kilamk" hatine gotin. Herweha piştre jî ew ketine şerîtan û li nav xelkê belavbûne. Stiranên wisa piranî bê muzîk têne gotin. Me li vir di dawiya hemû stiranan de navên dengbêjên ku gotine nivîsîne. Lê hinek ji wan bi pirawe hatine gotin û ji devê dengbêjên cuda, her yekê li gor xwe bi rewşeke taybetî ew çêkirine. Li vir me hinekên wisa ku bi du awayên cihê hatine gotin, li pey hevdu nivîsine. Bêguman ev yeka han jî, dewlemendiya çanda kurdî derdixîne holê û pêşberê çavên çavtariyan dike. Ev cûre kilam li vir 25 heb in.
B) Kilamên Evîniyê:
Ev cûre kilam (lawik-bacî) piranî li ser evînê hatine gotin. Herwekî yan ji devê keçekê li ser xortekî, yan jî ji devê xortekî li ser keçekê hatibin gotin, hatine ristin. Lê di nav wan de Sti-rana Evdalê Zeynê ne ji babeta evîniya ji bo evîna keç û xortan e. Lewra ew, da çavên xwe yên kor xweş bike û perr û baskên qulingê xwe bicebirine, bilye evîndarê hekîman û strana xwe gotiye. Ha ji ber wê yekê ye, ku me ew stiran jî di vê pişkê de bi cih kir. Li vir ev cûre kilam deh heb in.
C) Lavija Mesîh:
Lavija Mesih, li vir tenê yek heye. Ew, bi naveroka xwe ne ji babeta vê beşê ye. Lê belê ji ber ku piraniya wê stiran (îlahî) e û li ser evîniya bihiştê û Îsa Pêxember hatiye gotin, me ew di vê pişkê de nivîsî. Lê di paşiya wê de çend rûpel axaftina dûz jî heye. Ev lawij, ji devê mirovekî oldar hatiye gotin û behsa Îsa Pêxember dike, ku ango piştî mirinê çewa li peyrewên xwe xwedîtî dike. Lawij bi zaravayê kurmancî hatiye gotin. Lê birastî dema ku mirov li şerîta wê guhdarî dike, tiştekî rind xweş e û şîraniya zimanê yê gotî bo mirov pir çêdibe. Herweha tê de hin bêjeyên kurdî hene, ku niha kêm têne xebitandin.

Beş-II
Ev beş ji çar pişkan hatiye damezirandin. Me ew bi "a, b, c, û d" nişan kiriye:
A) Meselok:
Ev meselok (leqemok-pêkenok) bipiranî peyvine rojane ne, ku timi di civat û caxiyan de têne gotin. Hin ji wan bi binyat in, lê dibe ku binyata hinekan jî tune be. Îcar hinek ji wan hene ku ne li nik her kesî, tenê ew kesê hevdeng pê dipeyivin û ji hevdu re dibêjin. Li vir ew meselok 50 heb in.
B) Meselokên Heywanan:
Ev cûre meselok xwerû li ser heywanan hatine derxistin û li vir tenê şeş heb in.
C) Şiroveya çend gotinên pêşiyan:
Eşkere ye ku her gotineke pêşiyên me, li ser tiştekî pir girîng hatiye gotin. Û di wan de gelek ders û rênasî têne xwiyakirin. Herweha di wan de maneyên pir hûr û kûr jî hene û mirov dikare ji wan dersine çê bo xwe derbixe.
D) Çîrok:
Ev çîrok hemû yên kevnare ne, ku bi sedsalan berê hatine gotin û di nav xelkê de digerrin; ji aliyê çîrokbêjan ve têne gotin. Lê hin ji wan pir dirêj in, ku ew bi serê xwe dikarin bibin pirtûkek. Lê mixabin tu çare nebû ku me ew berfirehtir bikirna û bi awayê pirtûkeke serbixwe derxistibana. Tenê me li vir skeleta wan daxist holê û ji nifşên nûhatî re diyarî hişt. Li vir şeş heb çîrok hene.
Ez bi kutakirina Xwençe-IV pir kêfxweş im, ku bo min firset çêbû û min hinek ji vî deynê Neteweyê Kurd ji ser stuyê xwe kêm kir. Herweha ji bo ku ev iş bi zehmetekî zêde, bi tunehiy- eke sext ku gihandime vê radê, zêdetir min dilşad dike. Lê eger ji min re li hevdu bê, ez ê hetanî cildê dehan Xwençe derbixînim. Herweha ez gelek spaskar im ji wan kesan re jî, çi di gotina çîrok, meselok, leqemok, serpêhatî, kilamdîlok û çi jî di ya wekî din de ku bi min re alîkarî kirine. Xasma ez spasiyên xwe zêdetir ji "Statens Kulturråd"ê re pêşkêş dikim, ku heta niha alikariya diravî bo çar cildên Xwençe kirine.
Bi hêviya dê Xwençe-IV ji çanda kurdî re bibe alîkar!...

12 09 1990
Zeynelabidîn Zinar



Fondation-Institut kurde de Paris © 2019
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues