Sobarto "Jineke spî... lingan hildide... û ji nav herdu ranên ji hev dûr çûyî petrol diherike." Piştî "Mirî Ranazin", "Mêrê Avis" û "Jinên Qatên Bilind" Helîm Yûsiv vê carê jî bi romanekê derdikeve pêşberî me: Sobarto; "welatê serseriyan, welatê leqeban, navên çewt û axa hetîketiyê", "welatê ku ji erebeya dîrokê ket, coxrafya dev li guhê wî kir"... Nivîskar şeş deriyên vî "welatê ku goştê evîndarên xwe dixwe û hestiyên wan davêje kolanan" vedike, me li welatê Sobarto digerîne, lê hîn çend deriyên din hene, eger hûn bixwazin hûn dikarin vekin. "Gava we kilît nedîtin, hûn dikarin hêdî hêdî wan ji cih derxînîn, an jî eger we xwest. deriyan bişkînin, ji ber ku ezê we li ber deriyê heftan bihêlim, lêborînê dixwazim, hêviya min ew e ku hûn bixwe derbas bibin... "Fermo!" |