Șaxêd eposa 'Rostemê Zale' Kurdî
Heciyê Cindî
Neșîreta Akademîa RCC Ermenîstanêye Ulma
1. Çîroka Zal
Carekê pelewanekî go: - Zalê zer kal bûye û guhada jî gran bûye, ezê ewî bicêrbînim; çika kalê zal hewarêra çawane. Pelewan çû dîwana zal û got: - Apê Zal, dibê zabilê çerê, koka pelewana anîne, em neçine hewarê? Zal caba wî da, go: -Lê tu heta niha hê sekinîî? Zal emir dike ser pelewanê xwe, wekî kergedanê wî bikșînin, ewana kergedanê wî kișandin, Zal syar bû, çû. Wî çaxî pelewan jî çûbû mala xwe û çaxê ew hat û ji pelewana pirskir: Go: - Ka zal? Wana go; - Te Zal ... |