Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dimdim


Nivîskar : Erebê Şemo
Weşan : Hayastan Tarîx & Cîh : 1966-01-01, Êrêvan
Pêşgotin : Erebê Şemo Rûpel : 220
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 130x190 mm
Hejmara FIKP : Lp. Ku. Kc. 77Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Dimdim


Dimdim

E'rebê Șemo

Hayastan


Bhar t'imê dereng dihаte virа, lê îsаl li serê ç'yaêd bilind hê berfêdа spîdikir, bhаrа kelа Dimdimê îdî k'etibû qedemê xwe, berf li birа h'elyаbû, tiştek nemabû, her li gelîê k'ûr û newаlаdа mаbû, ew jî ew berf bû, ku zvistаnê bê ew gelî usа t'ijîdikirin, wekî h'etа germа hаvînê nedih'elyа. Vаn r'оjа ehilê kelê k'аrê ek'in dikirin, wekî ek'inê bhаrê bikin: hinekа jî îdа аxpînêd xweye dоrа mаlа nаn lê diçаndin. Wê sivê p'ilte e'wr ji serê ç'yê derket, ser kelа Dimdimê h'eve bаrаn, tоz-xubаr erdеdа k'uta û dîsа vekir, te'vа хweşe vê bhаrê dîsа p'encê xwe dа e'rdê. Vê bаrаnê bîn-bоg'zа hêwaê dhа p'аkkir. Bаrаnа usаr'а em k'urd divên: "de'wаtа gur û r'ûvîye"

Ji germа vê bhаrê ku usа diqijilаnd, ew ç'emê gêlîdа, ê binаt'аrа kelê şêlû bibû, k'ef didа, gelî t'ijî kiribû û gumreh' jоrdа dihаt, kevir ser r'yа xwe hоldikirin, dibirin. Тe qey digot evа ne ew ç'emê hаvînêye bi аvа zelаle t'emiz ji kаnîêd jоrine dûr derdik'evin, têne binyа kelê, t'ev hev dibin, dive ç'emkî mezin, t'ijî me'sîê аlebаlig' û dike gur'e-gur' dik'işe, diçe...



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar