Pîr û pendî, ji wêja gelêrî
Bilal Hesen
Compte d'auteur
Almaniya Dortmund Bihar 2011 Gotina min : Tiştê min zanî û kanî li ser pel nivîsand, tiştê min nizanî û nikanî ji wera hêşt û hêland.
1 . A dil li dinê, a gur li bizinê. 2. A dila nayê mila. 3. A dinê a dinê ye, çavê gur li bizinê ye. 4. A dinê li dinê ye, a mêr li jinê ye, a gur li bizinê ye. 5. A hewiya herikî a cawiya xeriqî. 6. A xoce azan e. 7. Aborî bi razan û zikmizdanê nabe, bi xebat û xwêdanê dibe. 8. Adar e dew li dar e, danê sibehê sar e, danê êvarê kûçik xwe davên siya dar e.
..... |