Pênc k'têbêd Mûsa - T'awret
Înstîtûta welger'andina k'itêba Pîroz
Compte d'auteur
Peymanaf Kevin, k'itêba Destpêbûnêda destpêdike. Eva kitêba pêșin e, ji her pênc k'itêbêd Mûsa, (bi îbranîf 'Torah' tê gotinê, awa gotî 'Șîret' yan 'Qanûn'). Navê k'têba Destpêbûnê bi îbranî 'Bêrêșît'e, awa gotî 'Destpêbûn', yan 'Sêrîda', lê bi yûnanî 'Gênêsîs' e, 'Pêșdahatin' yan 'Çêbûn'. Vê k'itêbêda bona pêșdahatina t'opa dinê, e'rdê, mêriv û cime'ta Îsraêlf tê gotinê. Vê k'itêba Destpêbûnêda, Xwedê ye serê sera. Destpêbûna k'itêbêda serê 1-11-a bona wê yekê tê gotinê, wekî çawa bi xebera Xwedê t'emamîya dinyayê tê e'frandinê. Meznayiya Xwedê ne tenê vêda ye, lê Xwedê wan merivêd xweye xuliqandî jî pey wê yekêr'a nahêle, gava ew dûrî Xwedê di k'evin, gune dikin, Xwedê dîsa bona wan xem dike. T'emamîya serhatîya dinyayêye mayîne vê k'itêbêda ew heleqetî ye, ya ku nava Xwedê û merivayêda diqewime. Peyr'a ji serê 12-50-î bona wan meriva ...
|