Meselok û xeberokêd cmae'ta K'urda
H'eciyê Cindî
Akademîa R'SS Ermenîstanêye Ulma
Grêdayî qebûlkirina elîfbaê k'urdîye tezer'a li bajarê Êrêvanêda ji sala 1929-a heta nha êp'êce berevokêd zargotina cmae'ta k'urda (k'urd) çap bûne1. Di nava wanada hatine cîwarkirinê êpos, beyt'-serhatî, k'lam (êd h'izkirinê, govêndê, mêrxasîê, zar'a), lawjok-nvêjok, h'kyat'-ç'îr'ok, mjûlî, têderxistinok, mesele-met'elok û êd dinê. Lê herçê din, çawa meselok û xeberok, hindik hatine berevkirinê û çapkirinê. Hema evê yekê jî em mecbûr kirin, wekî mijûlbin bona berevkirin û bernvîsara evêd pașin jî.
.....
|