La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nifir û duayên kurdî


Auteur : Mustafa Gazî
Éditeur : Enstîtuya Kelepora Kurdî Date & Lieu : 2006, Hewlêr
Préface : Pages : 102
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 120 x 205 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Nifir û duayên kurdî


Nifir û duayên kurdî

Mustafa Gazî

Enstîtûya Kelepora Kurdî


Li gor gotina diya min a rehmetî, ez sala 1958'an li gundê Şêxuliya Jêrin, ser bi Siwêregê ve, hatime dinê. Lê belê nasnameya ku di bêrîka min de, ne ya min e. Beriya min birayekî min hatiye dinê û piştî demekê miriye; nav û nasnameya wî birayê min ê rehmetî ji min re mîrat maye.

Hîn ez pitik bûm, di pêçekê de bûm, bavê min ji ber karê xwe malê ji gund bar dike tîne Diyarbekirê. Ez ji pitikiya (bebektiya) xwe û vir de li Diyarbekirê dijîm. Min dibistana seretayî, a navîn û lîse li Diyarbekirê xwend. Ez ji eşîra Keja me. Eşîra me, xizmên me bi piranî li derdora Qerejdaxê, li Siwêregê (Sêrek) û hinek jî li Diyarbekirê û Serê Kaniyê (Ceylanpinar) bi cih û war bûne.

Gelek sal in ez di warê zargotin, ziman û muzîka Kurdî de dixebitim. Piraniya ciwanan min bi xebatên min ên muzîk û kilama "Xerîb im"ê nas dikin. Piştî 1990'î min diwazde salan mamostetiya zimanê Kurdî kir, dersên zimanê Kurdî dan gelê xwe.

Gelek xebatên min di kovar û rojnameyan de weşiyan. Bi navê "Diyarbakir Türkçesi (Tirkiya Diyarbekirê)" û "Pirpinm" du pirtûkên min hene.

Mustafa Gazî



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues