Gurzek ji zargotina zarokan
Mustafa Gazî
Enstîtûya Kelepora Kurdî
Mirovên ku di nav civatekê de dijîn, xwediyên berhemên wek edet, kilam, stran, çîrok, xeberoşk, mamik, gotinên pêşiyan, pêkenok, efsane, lîstik û reqasan in. îlmê zargotinê hem van berheman tetkîk dike û hem jî di navbera van berhem û jiyîna civatê de têkiliyê datîne.
Wek gelên din em Kurd jî xwediyê zargotinekê ne. Zargotina me Kurdan pir dewlemend e. Ev zargotina dewlemend ji bav û kalê me de ji me re mîrat maye. Divê em vê zargotina xwe ya netewî biparêzin û ji jenerasyonên nû re parastî bihêlin. |