Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Lêkolînekî qicik li ser zimên


Nivîskar : Beyhanî Şahîn
Weşan : Fırat Tarîx & Cîh : 1995, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 144
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 130x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 3619Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Lêkolînekî qicik li ser zimên


Lêkolînekî qicik li ser zimên

Lêbelê, her çiqas ev konferensa, "konferensa zaravayên zimanê kurdî ya navnetweyî" hatibe bi nav kirin jî, ez dixwazim li ser etîmolojî ya zimanê kurdî bisekinim. Ji ber ku, gava bingeha zimanekî bi vekirî neyê zanîn û ji hêla din va jî rêzimana vî zimanî bête nivîsandin, dîyarîye ku wê çewtîyên gelek mezin bêtin çêkirin. Em bi mixabin jî dibêjin ku, zimanê kurdî ji ber van sedeman heta îroj gelek hesarên mezin jîya ye. Divê niha berî gelek çalakîyan, dîroka zimanê kurdî bi xebatên hêja bête kolandin û jibo "kurdî ya nûh" çavkanîyên herî bingehîn, herî girîng bi vî awayî bên amade kirin.

A niha em naxwazin li ser destpêkirina dema zimanan, çawa bûye û kîjan zimanî ji kîjan zimanî bandora xwe hilgirtîye, bi dûr û dirêj bipeyîvin. Lê dîsan jî berî ku derbazî hin gotinên din nebûme, dixwazim li ser zimanên ku bi navê "hînt-ewrupî" tên navandin çend gotinan bêjim. Derketina zimanê "hînt-ewrûpî" li coxrafya Kurdistanê destpêkiriye...



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar