Wêje û rexne, n° 1
Ahmet Kan Davut Yeşilmen
Kuluba Xwendinê ya Diyarbekirê
Edebiyata welatî, ew edebîyat e ko ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çîrçîrokên, ji stran û lajeyên wî hiltêt. Kanîya wî, dilê milet, hiş û heyata wî ye. Tinê ev edebîyat e, ko germ, rengîn, bibihn û xwedan ruhnahî ye. Ji vê edebîyatê, dengê bilûr û dîlanê, stranên çîyê, zîzîya hêvîn û hejkirnê bi tep-tepa dilan ve tên bihîstin. Piranîya miletan pirîcar vê rastîyê seh ne dikirin, ber nediketin. Li ewropayê, miletin hebûn ko hej zmanên xwe ne dikirin.
Zmanên xwe kiçik, teng, nespehî û nehêja didîtin. Ev hal di welatên ro-jhelatî de jî dihat dîtin. Herwekî di nav kurdan de, heçî mirovên zana radibûn kitêbên xwe ne bi zmanê kurdî lê bi zmanê biyanîyan dini-vîsandin. Piştî xebata sedan salan, di welatên ewropa û rohelat de... |