La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Gotin


Auteur : Yaşar Kaya
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 116
Traduction : ISBN : 91-88592-18-9
Langue : KurdeFormat : 122x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 1119Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Gotin


Çend gotin li ser Welat

Gelî xwişk û birayên hêja!
Gelî xwendekarên xoşevîst!

Rojnama me ya nuh Welat derket. Li me gişkan pîroz be. Ji destê min bê ez ê ji îro û pê de ji bona Welat binivîsim. Vê carê hevalên hêja ji bona rojnama Welat hatine cem hev. Ji bo min zehf rojeke şênî û şayî bû. Di nav me de hem mamosteyên zana hebûn hem jî rêhevalên bawermend. Bîst û heyşt salan berê me ji bona kovara Deng çi kiribû ew hatin bîra min. Lê belê ev roj rojeke din e. Bira rêya me dûr û dirêj be.

Ev serhildana gelê me ji azadiyê, îro bi lez pêş de diçe, ji ber lêdan, kuştin û zordestiyên sedsalan gelê me îro zehf tişt fêm kirine. Ev jan-êş derd-kul û birînên mezin îro tiştekî mezin hînî vî gelê dilbirîn û dilkeser kiriye. Hetanî mirov şêrîniya azadiyê dernexe, mirov nîvmirov e û per û baskên mirov hatine şikandin û wek teyrekî başok li ser erda sar xwe dibe û tîne.

Ev hêstirên çavan, dilopên xwînê û xwêdana keda helal îro bûye çavkaniya baweriya biratiya Kurd û Turkan. Bi azadî û demokrasiyê em ê gelek caran vê biratiyê û tevgerê bidine pêşiya xwe. Rêça me rêçeke kifş e. Gelê Kurd gelekî belengaz û bêkes e. Zehf caran heta niha ku di destê hêzên kolonyalîst û feodal, ji ber zordestiyên dijmin dil û hinavên jin, zarok û mirovên welêt şewitîne, peritîne û pirtî-pirtî bûne. Gelek caran zarokên xilfin û tifal di nav dergûş û hêlekanan de hatine kuştin. Zehf caran dayikên Kurd bi kilamên şînê zarokên xwe xistine xewê. Ji aliyê din ve êl û eşîrên Kurd pevçûne, lihevnekirine û pêşkarî hev bûne û lingên xwe kirine solên teng. Paşê ev yek bi kêrî dijmin hatiye bi dek û dolaban bi fen û fêlan Kurd bi hev dane kuştin.



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues