Hînkerê zimanê kurdî 2
Umîd Demîrhan
Compte d'auteur
Hebûye û tunebûye. Rojek ji rojan roviyekî kone diçe ber hêlîna leglegê û silavê didê. Legleg silava roviyê kone werdigire û sedema vê serdanê dipirse. Rovî dibêje:
“-Xwîșka legleg, ez dizanim ku te hêlîna xwe li ber perê esmanan çêkiriye û tu tenezilî me nakî; lê dilê min heye ku te vexwînim șîvekê.”
Legleg dibêje: “-Birayê rovî! Ev ne eyd e ne jî erefat e. Te xêr e, çi qewimiye ku tu mêvanan xwedî dikî?” Rovî bi konetî dibêje: “-Dawiya qezenca dinyayê mirin e. Min di emrê xwe ... |