Li mala Mîr Celadet Alî Bedir-Xan
Ji roja ku min navê Mîr Celadet Alî Bedir-Xan bihîstiye û Hawara wî xwendiye, ew li ber dilê min şêrîn û li ber çavên min mezin bûye. Hebûna wî kêfa min aniye û fikrên wî ji min re bûne rêber. Xurtî û kapasîteya entelektueliya wî ew nefsbiçûk kiriye, nefsbiçûkiya w ji wî re bûye mezinahî û bi xêra mezinahiya wî ye ku em îro li hêjahiyên xwe xwedî derdikevin. Ji ber ku wî bi xebat û nivîsên xwe hêjahiyên me bi qîmet kirine, behsa edeb û dîroka me kiriye û cihekî mezin û giranbuha daye çand û edebiyata me. |