La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pelatînk


Auteur : H. C. Andersen
Éditeur : Xanî & Bateyî Date & Lieu : 1995, København
Préface : Rojan Hazim Pages : 85
Traduction : Rojan Hazim ISBN : 87-983307-5-6
Langue : KurdeFormat : 125x185 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 3626Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Pelatînk


Pelatînk

Portreya H. C. Andersen Di pirtûka Bilbil da me li ser portreya wî bi kurtî wisa nivîsî bû: "H.C. Andersen, di sala 1805ê da li Danmarkê, bajêrê Odense hate dinyayê. Di sala 1875ê da jî li serbajêrê
Danmarkê, Kopenhagê mir.

Andersen, kurê malbateke xîzan bû. Babê wî pêlavçêker bû. Di yazdeh salîya xwe da êtîm ma. Di karên cure cure da xebitî. Pirtûka xwe ya yekemîn di sih salîya xwe da nivîsî û li Kopenhagê weşand. Nivîskarê navdar H.C. Andersen, helbest û roman jî nivîsîne. Lê belê, wî giranî daye çîrokên zaroka. Ji ber vê yekê jî ew di timamî dinyayê da wekî babê çîrokê tête nas kirin. Çîrokên wî bi gelek zimana hatine weşandin.

Andersen, di çîrokên xwe da; ji nava dilê zaroka dinêre bûyera û dinyayê. Ew di çîrokên xwe da hem diramîne, hem jî dikenîne. Mirov dikare bêje; navika çîrokên wî evîn e."

Danmark, heke îro bi gelek tiştên xwe navdar û nasyar be li dinyayê, di serî da H.C. Andersen têtin. Andersen li nav civata Danmarkê herwekî efsaneyekê ye. Ji cahde û kolanan bigrin hetta pastexaneya jî navê wî lê hatîye danîn. Ji xwe bajêrê ku lê hatîye dinyayê, Odense ku sêyemîn bajêrê Danmarkê ye, bêyî navê Andersen nayê gotin.

Odense û H. C. Andersen adeta pêkve risyane. Xanîyê wî yê ku lê hatîye dinyayê li Odense, bi navê "Mala H. C. Andersen" bûye muze û cihekî seradanîya turista û Danmarkîya bi xwe jî. Hetta dibistan xwandevanên xwe ref ref dibin muzeya Andersen û vê seradanîyê wekî ders dibînin.

Bajêrvanên wî Odenseyî û hemû Danmarkî, bi nav û dengê Andersen gelek serbilind in û vê qedirgirî û qîmetzanîna xwe ya beramberî wî her dem nîşan didin...

Tebax 1995 / Rojan Hazım



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues