The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîtin û Bîrhatinên Min - I


Editor : Emîral Date & Place : 1993, Beyrût
Preface : Pages : 500
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 135x195 mm
FIKP's Code : Liv. Kl. His. Dit. 378Theme : Memory

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Dîtin û Bîrhatinên Min - I


Dîtin û Bîrhatinên Min - I

Hesen Hişyar Serdî

Emîral

Ev celeb ji toreyê, danandineke birhanin û maldar e. Rewşenbîriya xwendevan, berfireh û bi cî dike. Toreyekî ji serpehatiyên jiyanê pir giranbiha ye. Bi awayeki pêjirandî û jîwerî xwendevanê xwe diguhezîne koç, bûyer û cihaneke ku ewi bi çavê serê xwe neditiye. wî agahdari gelek tiştên nû dike. Xwendevanên xoşewîst: Ev bîrhatinên di nav destên we de, havil û berhemên têkoşin û xebata şoreşger û têkoşerê hêja H. Hişyar e, ku di şoreşa Şêx Seîd û raperîna Agirî de beşdar bû, û bi şêweyeki karîgir cî girti bû. Bûyerên vê birhatinê, nivîskar ji biçûkatiya xwe û gerdiş, danûstendin, serhawe û berhawên kurdan destpêdike. Bi nerinek diroki, ramyari, abûrî û toreyi rewşa gelê kurd û welatê kurdistan berbiçav dike. Li hêlekê mêraniya vî miletê «bextereş» diyar dike. Ê nav û nîşanên gelek ji şervanên leheng bi cî û war dike. Li hêlekê din jî, bêrûmetî û xinizbûna hin serekên êl û eşiran diyar dike. Bi dûrbineke hûr û zelal, sedemên her serpêhatî û bûyerekê dîtî û jiyayî, bi nav û nîşan rave dike. Çi peymanên diwêli û xapandina kurd; perçekirina Kurdistan û sînorên çêkirî; xinizî û dijmintiya (axa, beg û şêx) an û setem û zordestiya dijminê hov û çi nepejandina nîrên şoreşê (1925) ên derva û hundir?!!... Ji ber van mijadên pêwîst, em dikarin bêjin ev birhatin belgeyeke dîrokî pir giring e, ku her xwendevanek wê bixwîne, û ji serpêhatiyên wê sûd û kêrekê bibîne.


 


Hesen Hişyar, di sala 1907an de li gunde Serdê -di navbera Hênê û Licê de- ye hatiye dinê. Di nav salên 1920 an de bi tevgera kurd re dikeve danûstendinê. Li herêma Farqinê xebata ramyari dike. Têkiliya Ihsan Nurî pașa bi navçeyên Licê û Hênê pêk tîne. Di liberxwedana netewî ya sala 1925an (şêx Seîd Pîran) de bi șêweyekî kariger cî digre. Pişti şikestina liberxwedanê birindar tê girtin. Di dadgehê de tê arihkirin (pêșî ferweri bi darvekirinê didin). Lê ji ber biçûkiya temenê wî darvekirinê dikin 15 sal heps. Piștî bûriya giștî ya 1928an ji girtigehê derdikeve, diçe Diyarbekirê, û dikeve karê dewletê dibe kargêr û rêveberê cergeya tabûya Qulpê. Liberxwedana Agirî destpêkir. H. Hișyar xwe digihîne Agirî û di liberxwedanê de wekî șervanekî cî digre. Piştî têkçûna liberxwedana Agiri li gel Ihsan Nûrî pașa derbasî Îranê dibe. Di sala 1934 an de tê sûriyê û li Kurdistana Sûriyê (cizîrê) cîwar dibe. Hesen Hiyyar. ne tenê șervan û miletperwer bû; belê nivîskar, helbestvan û dirokvanekî navdar bû. Bi sê zimanan (Erebi, Farisi û Turki) dizani bû. pêvî zimanê bavûkalan û zaravayên kurdî. Nivîskarê her sê kovarên navdar (Hawar, Ronahî û Roja nû) bû. Di navhera salên 1953 - 1957 an de têkili û danûstendina wî bi kovara Wicdan û Huriyet re bû. Di sala I957an de «Komela zanistî û alikariya kurd» bi destê wî û çend rewşenbirên kurd hatiye damezirandin. Di sala 1966 an de wî bi tena xwe kovara Agahî derxist. hejmarên vê kovarê gihane nozde hejmaran. Hesenê kurd . Hiyyar di 14 - îlon - 1985an de çû ser dilovaniya Xwedê.

 

 



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals