Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hêvî û jiyan


Nivîskar : Derwîş M. Ferho
Weşan : Pêrî Tarîx & Cîh : 1999, İstanbul
Pêşgotin : Rûpel : 94
Wergêr : ISBN : 5799-24
Ziman : KurdîEbad : 130x193 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 4423Mijar : Helbest

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Hêvî û jiyan


Hêvî û jiyan

Kevoka spî

Kevoka spî li jorê
bi fira xwe di bilindahiyê de
li bin konê asmanê şîn
bi birîndariya çengê xwe
li hêlînekê, nerm û bê tirs, digere

Dema tu liqasî wê kevokê bibî
birîna wê zêdetir kûr neke berde,
bila ew li rêya xwe here
loma ew, ne li gorê, lê li jînê digere

Eger şiphe ket dilê te jî
bêhnferehiyek bide ser dilê xwe
û li sitrana wê guhdarî bike
ku tu derd û kulên wê bibihîzî
çawa ew ji sedema evînê birîndar e

Eger şipha te hê jî ji dil ne çû
li çavên wê yên melûl binêre
gotinên zêrîn tev hêviyan xuya dikin
qet nebe wan bixwîne û bawer bike

 



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar