Mehabad : ber bi olimpiyada Xwedê de
Di vê şiîra Selîm Berekat de gelek sembol hene û mirov nikare tercîheke tenê deyne, ji ber ku ev şiîr, şiîreke vekirî tê jimartin, lê dîsa jî em dixwazin hinekî li ser rawestin da ku rê li ber xwendevan vebe û derbasî cîhana vê şiîra girîng bibe. Di şiîrê de gelek temaşevan li ser derenceyan rûniştine û li liskvanê bêçare dinêrin, temaşevan bi xwe jî bêçare ne, tu tişt ji destê wan nayê, tenê di dawiyê de çepikine lal li şûn xwe dihêlin. Komar hilweşiya bêyî ku dilopek xwîn birije û tu kesî dengê xwe li ber bidardekirina Serokê Komarê Qadî Mihemed bilind nekir... Cîhaneke lal û razayî... wê ji bo kuştina mêrekî kurd çi bibêje û eger "hakem" çilmisî be wê çi serkeftin ji lîskvan re hebe? Serhildanên milletê kurd çîrok in her dem bi mirinê diqedin, îcar li ber vê mirina hov ne pirr e ku yek bike qêrîn û bibêje: "Xwedayê min ev kurdên te ne Xwedayê min!"...
Ev e.. hinek ji vê şiîrê, ji vê nalîna kûr û bişewat... û eger tiştek mabe em bibêjin: Bi rastî wergerandina berhemên Selîm Berekat gelekî zor e û em bi kêmasiyan dihesin, ev yek jî ne ji ber xizaniya zimanê kurdî ye, lê ji ber ku zimanê Selîm Berekat zimanekî taybet e û fêmkirina wî bi erebî bi xwe jî zor e... lê dîsa em bi hêvî ne ku me hinek ji hestên Selîm Berekat û ruhiyeta wî anîbe ziman...
Jan Dost 15 Tebax 1996 Stenbol |