Parastina Min
Mehdî Zana
Sara
"Dema ku em temaşeyê rojên buhurî dikin, em li kirinên li berxwedanên dema Şêx Seîd, li Gêncê, li Paloyê, li Hênê dinihêrin, em li kirinên we yên dema li berxwedana Sasonê, Agriyê û Dêrsimê temaşe dikin, em dibînin, ku bebikên hê di zikê diya xwe de, çawan bi serê singoyê tifingan têne derxistin û hûr-hûrkirin. Em dibînin, ku we çawan ji serê memikên keçên xort ji xwe re tizbiyan honandiye. Em dibînin ku we çawan andamên mêraniya peyayan di nav keviran de hêraye û we çawan peya xesandine û hwd. Ma ne hûn bûn, ku we van kirinên hovane dikirin? Lê we çi karibûye, ku hûn bi vî gelî bikin? Ma we karîbû, ku dawî bi vî milletî bihênin? Ma li ku derê cihanê hatiye dîtin, ku milletek bi ceza, şikence û tevkuştinan bi dawî hatiye? Çi car şikence û zilm nikaribûne, ku dawî bi milletan bihênin. Lê dîrok baş pê dizane, ku millet li hevberî her cûre dijwariyê li ber xwe dane û doza xwe bi serfirazî birine ta serî." |