Şeva dawî
Dayê
Mistek baran ji zivistana Çavên xwe bide min Da îşev tîbûna umrê xwe Bi meya evîna te Bişkînim
Dayê Bêhna şewatê Ji lorînên te dihatin Û Amûd Weke pêteke agir Di payîzeke bêbext de Diçirisî
Dema te dergûşa min Dihejand Bi hezaran hîv Li ber rûyê sipehî Xwardibûn Da rûyê te tenê Salên min Ronî bike
... |