Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîwana hestiyan


Nivîskar : Erd Agron
Weşan : Tarîx & Cîh : 2017, Ankara
Pêşgotin : Rûpel : 104
Wergêr : ISBN : 978-605-81987-1-5
Ziman : KurdîEbad : 130 x 195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Agr. Diw. N° 5169 Mijar : Helbest

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Dîwana hestiyan


Dîwana hestiyan

Erd Agron

Aryen

diviya biliata devbaskirin ev sînor
qelenê elendên bi zeraqên rojê xemiliye
diviya bihata binpêkirin ev zagon
şikandina destnimêja qedera li ser
kêlikan hatiye nivîsandin
diviya ji striyên polayî biniqutiya
hindik hindik xwîn polîtîk e...

me birînên hev dialastin
di bin barana xezebê de
temenê me sê şev û sê roj
(em tim leqayî yên ji me emirkintir dihatin
pirpirokên evînê sûc dijîn
pirpirokên sînoran)
di sewgura sibehê de em can didin
can polîtîk e...

Erd Agron, li girava bi navê Kosê bi her du xwişkên xwe yên bi navê Byssa û Meropîs re jiyaneke dilperest dijiya. Agron û xwişkên wî ji xwedawenda axê pêştir ji tu xwedayî re rêz nedigirtin. Ji ber vê sekina wan, hemû xweda bûn yek û biryar dan ku Agron û xwişkên wî bêne cezakirin. Cezayê wan hat birrîn. Xwedayan Meropîs dagerand bûmekî, Byssa bû qaqlîbazek û Agron jî bû tîtirwaskek. Bavê Agron, Eumelos jî kirin qijik. Li gor hin gotinan Agron bi cezayê ku lê hatiye birrîn netebitiye û hîn jî wek berê difikire.

Helbest, çîrok û nivîsên wî di gelek kovar û rojnameyan de hatine weşandin. "dîwana hestiyan’’ pirtûka wî ya yekemîn e.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar