Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Karîbarên Gelê Kurd


Nivîskar : Ahmedê Hepo
Weşan : Genclik Tarîx & Cîh : 2000, Bakû
Pêşgotin : Rûpel : 216
Wergêr : ISBN :
Ziman : KurdîEbad : 120x195 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kur. Kl. Hep. Kar. N° 317Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Karîbarên Gelê Kurd


Karîbarên Gelê Kurd

Ahmedê Hepo

Genclik

Xwendevanê hêja! Dema ev berevok bona weşandinê amede bû, hate dilê min ku, derheqa beravkarê wêda çend gilîyan binivîsim.
Me ev birîyara bona wê yekê kir, wekî emir - jîyana nivîskar bi xwe rîya çarenûsa bi hezaran kurdanra derbaz bûye. Ew çarenûs rûpêlekî dîroka meye. Ger me wededa derheqa gellek nefsdarên xweda, derheqa kirinên wane qencda binivîsîya û xweykira îro ewê destê meda bibûyana çekek miqabilî dujmin, him jî bona wê yekê, wekî roja dahatî nijad û paşkar bizanibe Azerbaycanêda rewşa xwenaskirina kurdîtîyê çawa bûye, çawa hineka çedandine kurdîtî carekêva neyê bîrkirinê, erf - edet, çand, dîrok çawa hatîye parastinê, çawa boy xweyîkirin û pêşdabirina zimanê wêjeyî gav hatiye avîtinê.

Nivîskar, folklorzan, lêkolîvan û werger Ahmedê Hepo sala 1934 -a li gundê Şiranê (Naha ew gund tune), nehîya Qemerlîyê, rêspûblîka Ermenîstanê hatîye dunê.
Eva dewra rêjîma Stalîn bû. Dema Ahmedê tifal 3 salî bû malbeta wana tevî bi hezaran malbetên kurdên muselma ji Ermenîstanê hate nefîkirinê. Malbetên kurdaye nefîkirî li rêspûblîkên Asîya Navîn û Qazaxstanê hatine hêwirandinê. Malbeta bavê nivîskar - Hepoyê Bedo tevî çend hezar malbetên kurdan anîn derxistine rêspûblîka Qirqistanê, marza Celal - Abadê, avana Kok - Yangakê.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar