Dîroka Partî li Sûryê
Mihemedê Mela Ahmed
Evra
Bi dawîhatina salên çilan, ji vê sedsalê- sedsala rizgarkirina miletan nîvê yekemîn jê, bi bûyerên xwe ên mezin û havilên wan ên giran dawî bû.
Dû cengên mezin, şîn û ziwa, hişk û ter, bi agirê xwe ê gurkirî şewitandin. Gelek ji cîhana kevin levket û serhev de herifî, ji bo cihaneke nû pêşketî ava bike. Qada dewletan fireh bû, hêjmara wan zêde bû û gelek împeratorî bin gor bûn û hin komar, nû hatin afirandin. Û hinek dewlet, miletên wan gelekî xebitîn ta roja azadiyê dîtin. Û hineke dî, bin lingên leşkerên dewletên serketî de perçiqîn û hêviyên wan di rojeke nû û azad de, di nav berjewendiyên dewletên mezin de, yên ne wekhev winda bûn û bûn qurbana împiryaliyê, piştî rêjîmên faşiyan û naziyan, hember hêzên dîmûkrat û pêşverû, bazdan û têkçûn.
Salên çilan dawî bûn û tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê ne giha armancên xwe, di azadî û serxwebûnê de.
Li Kurdistana bakur, miletê Kurd dimilmilî, hember van bûyerên mezin, ên di cîhanê de çêdibûn, lê hê ji derbên mezin, ewên di dirêjahiya dû sed salan de, ji Osmaniyan û faşistên Toraniyan ên peyhev lêdiketin, di nalî. Nemaze di van şoreşên dawî de, 1925, 1930, 1937 an de. Hê bêhnefişka miletê me ne rawesta bû, da bi karê bêhna xwe berdê û xwe bidê ser hev û bi awakî nû bifikirê, da bizanê çawa dest bi xebatê, di vê cîhana nû de bikê.
..... |