Antolojiya çîroka nû ya Kurmancên Başûr
Li Kurdistana başûr, pirtûka pêşî ya çîrokên kurmancî ya Elî Neqşebendî di sala 1972'an de derket. Di sala 1979'an de jî pirtûka çîrokan ya îbrahîm Selman hate çapkirin. Jê pê ve riya çîrokê li ber kurmancên başûr vebû û heta niha gelek pirtûkên çîrokan hatine çapkirin. Me di vê berhevokê de zêdeyî 20 çîroknivîsên kurmancên başûr civandine û ji anwlojiyekê wêdetir, armanca me danasîneke çîroka nû ya kurmancên başûr e.
Hema hema hemû çîrok bi tîpên erebî û bi zaravayê jêr hati ne nivîsand in. Ji bilî wergera latînî têkîlî devok û zaravayên çîrokan nehatiye bûyîn.
Ji ber ku kurmancên başûr jî mîna kurdên Tirkiyeyê firsenda perwerdeyiyê bi kurmancî nedîtine, di çîrokan de gelek caran şaşiyên gramatîkî li ber çavan dikevin. Em hêvîdar in, digel kêmasiyan jî, me ê bi çapkirina vê pirtûkê pirek danûstandinê ya edebiyatê di navbera kurdên başûr û bakur de vekiribe. |