Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Balafira Jinê


Nivîskar : Zeynelabidîn Zinar
Weşan : Pencînar Tarîx & Cîh : 1993, Stockholm
Pêşgotin : Rûpel : 132
Wergêr : ISBN : 91-97090-3-1
Ziman : KurdîEbad : 120x190 mm
Hejmara FIKP : Liv.-Kl.978Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Balafira Jinê


Balafira Jinê

Zeraqiyên tavê hêj xwe negihandibûne serê serçimka çiyayên bilind. Di wê kazima sibeha zû ya berbeyanê de, welê qebeqeba kewên ribat xweşexweş ji dormedarên lat û zinaran ve dihate guhên şiyarên di nava livînan de. Pê re jî xuşîna bayê hênik xwe li derî û pencereyên malan dixist. Yekcaran kevokên sipî ji tirsa başokan direviyan û xwe di nava kuçe û kolanan re bera xwarê didan, ew ji bo ku nebin êm û alifê wan hinekan xwe ji hewlerihan li pencereyên vekirî dixist û diketin hinduriyan û tê de xwe ji ber zilma zilmdaran diparastin. Ji kevokan zêdetir, çivîkên malane jî gava ku çav bi wî şerê li asîmanê sayî diketin, ji tirsan direviyan û xwe dixistin qul û qewêreyên kujînekan, tê de dihêwirîn.

Dema ew şer û qaleyên giran ên ku di navbera teyr û trûdan de çêdibû, hêj xelkê bajêrê Pêncşayê bi temamî ji xewa xwe ya şêrîn şiyar nebûbû. Ji ber ku xewa wî bajêrî pir xweş û şêrîn, gelekî sivik û nazenîn bû. Lewra Serbajarê......



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar