Bajarê Mirinê
"Roj kete pişt çiyan. Xwezî ez bigihîştima wan çiyayan! Vêga çivîk bi hev re dileyîzin. Ax kurê min, min çiqas bêriya rûwê te kiriye! Hezkirina min, xema min, ê a min keçika Dijle dizane, em kul û derdên xwe ji hev re dibêjin, dua dikin, carina silav dişînim, nizanim deng tê te gelo?."
Suzan Samanci, bi van çîrokên xwe, nexwest ku "bêdengî bi imikên lal" di ser van qîrînên bêdeng re derbas bibe û here. |