Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Kovar Kovar

Hêvî, hejmar 2


Weşan : FIKP Tarîx & Cîh : 1984, Paris
Pêşgotin : Rûpel : 208
Wergêr : ISBN : 0761-1242
Ziman : KurdîEbad : 167x240 mm
Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Hêvî, hejmar 2

Versions


Hêvî
hejmar 2, gulan 1984

Hejmara pêşîna kovara «Hêvî» bala gelek xwendayên kurd kişand. Ji çar aliyên dinê, ji Kaliforniya ta Taşkentê, ji Swêd ta Erebistana Siûdî, Hindistan û Awistraliya, ji welêt, hejmareke bilinda welatiyên me Şabûna xwe, pîroziyên xwe bi me dan zanîn, hêvî û xweziyên xwe diyar kirin, pêşvebirin û geşandina vê xebaté xwastin.

Ev bal û piştivaniya dilgerm ji bo hevkarên «Hêvî» yê zehf giranbiha û binerx in. Em ji hemiyan re spasîyên xwe pêşkêş dikin û emê hewl bidin ku her hejmara kovarê ji ya berê dewlementir û têrkertir be.

Piraniya xwendevanan dixwazin ku «Hêvî» qet nebe ji sê mehan carekê derkeve. Ev daxwaz ji me re gelek li cî xuya ye, lê mixabin, bi derbekê pêkanîna wê hêsa nîne. Kovareke weka «Hêvî» yê ji bo jîndariya xwe hewcê du hezar kiriyarên bi pergal û mintezem e. Em ji bîr nekin ku libên ji Kurdistan re an ji Kurdên welatê sosyalîst re şandî bê dirav diçin. Kengî Kurdên rûniştevanên welatên din alîkarî bikin û du hezar kiriyar peyda kin ewê «Hêvî» dikaribe ji sê mehan, heta ji du mehan carek derkeve, bibe cigehê diyaloga edebiya Kurdên her aliyên Kurdistanê. «Bi xweziya dest nagihê baqê qeziyan» gotine pêşiyên me. Divê ku hevalên dilxwaz, bi mesûliyet û berpirsiyarî , milê xwe hildin, alîkariya me bikin.

Li Awrûpa Rojava qasî nîv milyon Kurd hene ; hejmara wan ji ya çend dewletên Awrûpayê yên xwedî serxwebûn, hikûmat û sefaret (Islanda, Malta, Luksembûrg, hwd.) zêdetir e. Roja ku ew xwedî li parastin û pêşvebirina çanda kurdî derkevin, di hoyên azadiya Awrûpa de kirina pir tiştan mimkin dibe. Em ji bîr nekin ku hin cemaetên bê dewlet ên ku ji Kurda kêmtirin îro bi zimanê xwe rojnamên rojê û kovaran dertinin, xwendegah û çapxanên wan hene. Paşdamayîn, şerpezetî û parekendeyî sernivîsa timî doma gelê kurd nîne. Divê ku xwendayên kurd, welatparêzên kurd li hêviyê nebin ku ewê hinên din van karên çandiyên bingehî bibin serî, an «kengî şoreş biser ket ewê her pirs hel bibe». Di Şerê çandî de cih girtin, bîrûbaweriyên wan her çi dibin, erk û wezîfa her Kurdê welatparêz e. Û ev erk bi xwendin, belavkirin û alîkariya çapa kurdî dest pê dike.

Hin heval ji mêj ve bi dilsozî alîkariya vê xebatê dikin, tê de bêşdar in. Em ji hemû welatiyên me yên ku dixwazin erka xwe ya bingehî û minimum li hemberî gelê kurd û çanda wî bicih bînin dibêjin : dergehên hevkarî û xizmetê ji hemûyan re vekirî ne.

Hêvî



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar