La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hawara Dîcleyê


Auteur : Mehmed Uzun
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2002, İstanbul
Préface : Pages : 303
Traduction : ISBN : 975-8637-13-4
Langue : KurdeFormat : 130x190 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 916 Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Hawara Dîcleyê


Hawara Dîcleyê

"Hawara Dîcleyê" li ser dengan ava bûye. Dengê jibîrbûyiyan û dengên jibîrbûyî. Jibîrbûyî kî ne? Jibîrbûyî; êzîdî ne, ezîdiyê ku ji ber talan û qirkirinan xwe spartine çiyan, jibîrbûyî; suryan, keldan û nastûrî ne, miletên qedîm ên Mezopotamya, jibîrbûyî cihû ne, ermen in, kurd in. Jibîrbûyî miletên ku di navbera herdu çeman de dijîn, Li Jêdera jiyanê li dergûşa destpêka bajarvaniyê, hemû miletên Mezopotamya ne. Jibîrbûyî Mîrê Kurd, Mîr Bedirxan e.

Mehmed Uzun, di vê romanê de wek dengbêjekî modern demeke gelekî xeter ji nû ve vedibêje. Me di şevbuhêrkên şevên windayî de bi roniya çira û qendîlan bi dengê zîz yê dengbêjan tevî xweşdeng iya pêlên Dîcle perav bi perav dibe warê bav û kalan, welat û bajarên qedîm; li Cizîra Botan, li Mûsil û Hekaran gav bi gav digerîne.

"We xwest, ez ê jî bibêjim. Qendîlê pêxin û ii dengê jibîrbûyiyan guhdarî bikin."

 

 



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues