Pirtûkxaneya dîjîtal a kurdî (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bi serbilindî li cîhanê dinêrim


Nivîskar : Orhan Kotan
Weşan : Afîş Tarîx & Cîh : 2003, Rotterdam
Pêşgotin : Bedirhan Epözdemir Rûpel : 96
Wergêr : Bedirhan Epözdemir ISBN : 90-807698-2-7
Ziman : KurdîEbad : 140x225 mm
Hejmara FIKP : Liv. Kl. 1353Mijar : Wêje

Danasîn Naverok Pêşgotin Nasname PDF
Bi serbilindî li cîhanê dinêrim


Bi serbilindî li cîhanê dinêrim

Jîyana wek helbestêkê milîtan hîn xweştir e
Gelek dostên min gava min dibînin, qala helbesta dikin. Bi taybetî jî pirsa" gelo tu helbest dinivîsî?" ji min dikin. Dirêj -li gor temena mirovan- di nav qetên demên dirêj de carna tiştina dinivîsim. Ew, gelek caran, bitenê, bîr û bawerîyên kesîf in. Bê guman ev ne ew helbesta ku ez lê difikirim, dijîm û êşên bê dawî dide min û min dixe heyecanê ne, ango ew ne helbesta jîyanê ne.

Ev demêke ku wekî neferekî tekoşîna netewî û civakî ya welatê xwe, ez hewl didim, erkên xwe bi cîh bînim. Di vê merhelê da, her çalakî, her tewr, her bîr û bawerîya metînî, ji min ra wekî perçeyên destaneke mezin tê.

Demêke dirêj e, di fabrîke, zevî, xwendegeh, gundên çîyê û seranserê sînoran de, bi sedan milîtanên ku bi girseyên gel ve bûne yek, mil bi mil, destaneke pîroz dinivîsin û dijîn. Di vê wateyê de, di nav pîvanên ku tê zanîn de, helbest nivisîn
bêguman tiştêkî xweş e. Lê jîyana wek helbestêke milîtan hîn xweştir e. Di gel êşên mezin û bi xwîn, destana comerdî û fedekarîyên bê hempa tê jîyîn. Û ev yeka wê bê nivisandin jî.



Weqfa-Enstîtuya kurdî ya Parîsê © 2024
PIRTÛKXANE
Agahiyên bikêr
Agahiyên Hiqûqî
PROJE
Dîrok & agahî
Hevpar
LÎSTE
Mijar
Nivîskar
Weşan
Ziman
Kovar