The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page
Journals Journals

Nûdem, hejmar 9


Editor : Nûdem Date & Place : 1994, Järfälla
Preface : Pages : 112
Traduction : ISBN : 1103-1964
Language : KurdishFormat : 160x235 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. Theme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Nûdem, hejmar 9

Versions


Nûdem
Kovara hunerî, edebî, çandî

Dewleta Cumhûrî ya Kurdistan

1 - Berî ku ez bersivên pirsyarên we bidim, ez dixwazim spasî we bikim, ku hûn bi munasebeta 48 saliya vê bûyera mezin ya di dîroka me de, di kovara xwe de bîranîna wê dikin.

Yekem tiştê ez bibêjim ev e, ku navlêkirina " Dewleta Cumhûrî ya Kurdistan" bi "Cumhûriyeta Mehabad" ne rast e, çunkû avabûn û tesîra vê Cumhûriyetê tenê li bajarê Mehabadê û dor û berê wê nebûye, belkû beşeke berbiçav li rohelata Kurdistan, di jêr nifûsa vê Cumhûriyetê de bûye.

Rast e, Cumhûriyet di 22'ê çileyê paşin 1946'an de hat îlankirin, lê di rastî de, piştî hilweşandina hukmê Reza Şah Pehlewî, di tebaxa 1942'an de û belavkirina artêşâ Şahenşahî li pirr cihên rohelata Kurdistanê û demokratîzebûna prosesa siyasî, gelê me bi lez karîn girte destê xwe û ji birêvebirina kar û barên xwe bi destên xwe difikirî û lê xwedî derket.

Ew xebatên ku bi awayekî nihênî û veşartî ji aliyê "Komela J-K" dest pêkiribû, bi riya geşkirina bîr û hestên netewî, bi weşandina kovara "Niştiman" û her wisa rêkxistina tiyatroya " Dayika Niştiman" êdî hêdî hêdî gerek berfirehtir bibûya, loma bangewaza wîstên milî gereke konkretir bibûya, ew proses bi avakirina " Hizbî Demokratî Kurdistan" bêtir aliyê gelemperî da xwe. Pêşevan Qazî Mihemed ku bi salan berê xwe dabû doza kurdan, bi taybetî bi pêkanîna tebayî û aştî di komelegeha eşîretiyên kurd de, dewrek berbiçav di bilezkirina damezrandina karîna kurdî de leyist.

Piştî şerê cîhanê yê duhemîn, qezencên siyasî û aboriya Sovyetê îcab dikir ku piştgiriya hêzên demokrat li Îranê û rojhelata Kurdistanê bike, lê wexta ku hukûmeta merkeziya Îranê karbidestên Sovyetê xapand, îcar wan qezencên xwe li aliyê din dîtin û ew ji pişta kurd û azeriyan vekşiyan.

Hizba Qazî Mehemed bawerî bi hêzên Sovyetê anî û bi heq derfet bi wext dît ku Cumhûriyeta kurdan damezrîne.
Ew karên wan însîkasek tebiî bû. Yanî lew furstê dîrokî îstîfade kirin û hakimiyeta kurdan îlan kirin.
.....

Hesenê Qazî



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals