Ferhenga Kurdî – Azerbaycanî, Azerbaycanî - Kurdî
Pêşgotin
Gelek ji dîrokvanê gerdûnê gelê kurd û zimanê wî pir kevnar û dewlemend dihesivîn. Li dîroka kevinde ereb, rom, yunan, şûmêr, asorî û aramî navên reng bi reng li kurda kirine. Ji wan navan: Kardoyî, Karda, Kardaka, Kartavîye, Kûdî, Kurdî, Akrad, Kardak, Kardûkî, Kartî û navên din em dikarin bînîn zar.
Sala 2400 (berî zayînê - BZ) kralê Lagaşê Akadnarî, sala 1370 (BZ) hukumdarê UR Kmîl Sîn derheqê gelê "Karda" û xaka "Kurde" salox dane. Dîrokvanê Yunan yê bi nav û deng Ksênêfon sala 401-400 (BZ) li Kurdistanê gerîyaye û derheqa wan da zor nivîsandîye. "Ênsklopêdîya Îslamî" di derbarê kurda da weha nivîsandine: -Gotina Kurdistan welatê kurda yê herî kevna tanî vê rojê ku lê dijî pê hatiye naskirin.
Meriv dikarê bi hezaran mêlaqîya wî warîde bîne. Gotina kurd tê zanîn wekî-mêrxas û gernas.
Di sedsalîya XI helbestvanê kurd Elî Termaxî cara pêşîyê ku "Qramêra zimanê kurdî" daye hev û nivîsandîye. Helbestvanê yê herî mezin Ehmedê Xanî di sedsalîyê XVII bi zimanê "Kurdî-erebî" ferhengok bi rengê helbestan talif kirîye.
Lê di sedsalîya XVIII zimanzanên cîhanê zimanê kurdî bi rengekî kur û fire naskirin û li ser karkirin. Sala 1787 kurdnasê Îtalî Maûrîzo Garzonî "Qramêra zimanê kurdî" û "Ferhenga kurdî-îtalî" çapkir. Sala 1848-1866 kurdnasê Rûsîyaê Aleksandr Jaba "Ferhenga kurdî-firansî" û "Firansî- kurdî" nivîsand.
Kurdnas Êdmons derheqa zimanê kurdî da wusa nivîsandîye: Zimane kurdî yek zarovê farsî nîne, zimanekê serbixweye û ji wî kevntire... |