Kaniya dilê min
Xayîlaza R’eşîd Mîrzoêva-Maxsoyî
Ji diya xwe biye sala 1964, 14 meha h'ezîranê. Hê di biç'ûktiyê da dest bi e'frandina şêra kiriye. Şêrê wêye pêşîn sala 1985 di r'ojne'ma kurdî "R'iya t'eze" da neşir bû. Xêncî şêra ew usa jî bi nivîsara pîyêsa û sikêça va mijûl dibe. Şêrêd wê ser zimanê gurckî hatine t'ercime kirinê.
Helbestvan xebata civakiyê jî dike. Di k'omela "Yektiya êzdiyêd Gurcistanê" da serwêra k'oma kûltûraêye.
Diniya r'aza
Şev e, şev e, diniya r'aza, K'ete xewa hingorî, Ker' bûn r'efê quling-qaza, Xanima vekirin guhar-morî.
Legleg hêlûnê da teliyan, Gula serê xwe berjêr kir, Beq jî gola da ne weqiyan, Dergûşa dayîk hişiyar nekir.
Kaniya nekire xuşe-xuş, Qeyî bê westiyan, seqirîn, Cewika naên guşe-guş, Hiş bûn, dengê xwe bir'în.
Şeve, te'riyê e'rd hilç'inî, İstêrka e'zman belek kir, Hîv ça sinîk serobinî, Li diniyayê t'emaşe dikir.
Yanga h'işiyar t'enê ezim, Hîvê, bivîn h'alê min, Min lêkirin lome, gazin, Mitala r'evandiye xewa min. |