Baxçeyê zarokan (Stran û muzîka zarokan)
Serdema zarokî, destpêka hînbûna hemû tiştî ye. Li pêşberî dê û bavan, mamoste û perwerdekaran jîndarek birçî, birçiyê hemû tiştên derdora xwe heye. Bê westan meraq dike, pirs dike û bersîvan dixwaze. Her bersivek dibe wêneyek di serê wî/wê de û pirsek nû peyda dike. Ango li pêşberî me mêjiyek neprogramkirî heye û divê perwerdekarên zarokan çanda me, jiyana me ya civakî, sîstema jiyanê û çalakiyên însan bi gelek şêweyan (metodan) di mêjiyê zarokan da bi cî bikin û wan ji pêşerojê re amade bikin. Di perwerdekirina zarokan da muzîk cihek sereke digre û di vî warî da rol û bandora muzîkê bi dehan car hatiye îspatkirin. Werçerxînên ku bi riya muzîkê di zarokan de peyda dibin çi ne?
- Berî her tiştî zarok fêrî bixwebawerbûnê dibin, lewra muzîk metodeke efektîv e û bi hêsanî şerma zarokan direvîne. - Zarok bi riya muzîkê, ji hemû şêweyên perwerdekirinê hêsantir karin hestên dilê xwe yên hepiskirî derxînin derve. - Bi aşkerakirina hestan, gevilên wan dertê meydanê û wêneyek zelaltir radixe pêş çavê perwerdekaran da ku ew karibin zarokan ber bi pêşerojek serketî ve bibin. - Bi riya muzîkê zarok, karin hêsantir beşdarî xebatên civakî û yên hevpar bibin û di wê xebatê da karin keda xwe bibînin û bibin xwedî tecrûbe. - Bi vê şêweyê fêrî bikaranîn û kontrolkirina dengê xwe dibin. - Bi vê riyê gelek stranan hîn dibin û bi her stranekê re fêrî hin tiştan dibin. - Bi riya muzîkê pirdengiyê nas dikin û jê hez dikin. - Muzîk li ser tevgera zarokan bandoreke baş çêdike da ku karibin bi rîtm û pîvan bilivin, ango kontrola motorî pêş bixin. - Muzîk gevilên afirandêriyê bi pêş dixe. - Xusûsiyetên guhdarîkirinê pêş ve dibe, baldayînê xurt dike, riya lêhûrbûnê fêr dike. - Zîrekiya mêjî pê vedibe û fam û ferasetê peyda dike. - Komunîkasyona navbera însanan hêsantir dike. - Komînîkasyona navbera kulturên dinyayê hêsantir dike. - Alîkariya fêrbûna zimanek an jî hin zimanên din dike. - Dilnermî û dilpakiyê xurt dike, li hember pirsgirêkan û çareseriya wan bêhnfirehî peyda dike, zarokan ji êrîşkariyê û karên bi xesar dûr dixe. - Hestên neteweyî pêş va dibe û mecala nasîna kultura xwe, urf û adetên xwe peyda dike û hwd.... |