Tofan
"ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎ YE... ew êdî Xwedê dizane bê çi ye, lê ez nizanim. Ez nizanim bê li kuderê ye jî. Hawurdor tîr û mîna reşkonekî kurmanciyê tarî ye. Agirekî bi revî, agirekî bi rengên fodilî li binê vî reşkonî bilind hikdikişe û li ser sofiyekî datê. Sofiyekî ji herdu çavên xwe kwîr, di vê tariyê de û li pêş vî agirê pîrozwer çog dane erdê û li ber defa singê xwe elbaneyekê tilî dike. Bi eşq û hunereke welê dirifîcine ku meriv dibêje qeyê bi agir re ketiye şer û qayişê, meriv dibêje qeyê agirperestekî dema Medan e û bi agir re digirî, dilorîne û bi agir re direqise. Bi vê ricifîna elbanê re singeşingeke îlahî bi wan hemû xelekên hundurê qasnaxê elbanê dikeve, ji navê û berjor ew jî xwe pê re li ba dike û rêşiyên li dora şahra serê wî di ser hev de pêl didin.
Vê çîrokê... divê "Hûn eve ji zarokên xwe re vebêjin, zarokên we jî ji zarokên xwe re û zarokên wan jî ji nifsên dahatû re."
(Tewrat - Yoel 1:3) |