Awaza serpêhatîyan -2-
Evîn Çîçek
Pêrî
Rewşenbîro!
Rewşenbîr divê ji gel re bibin pêşeng Rohnîkirin, xilaskirin kar û barê we ye Li dûr mesekinin û mebêjin "ji me re çi ye" Dijminan her dem bi zanabûn rewşenbîr kuştine Bi proje û bername, gel bê serokatî hîştine Dawîyê de dest û bedenên xwe bi xwîna me şûştine Bê zana rêveberiya welat dimîne di destên bêbextan de Bê bîryarbûyina xwe binin dawî Zûlimxanê tîjî bûne Xwîn diherikê, kort tijî bûne heta nîvî Hember wê rewşa xerab dimînin bê deng Çawa gewriya we de diborî parî Sîngê xwe vegerînin hêla welat ..... |