La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mehkûm


Auteur : M. Ali Kut
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2002, Stenbol
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 975-8637-36-3
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Ku.Thème : Littérature

Présentation Table des Matières Introduction Identité PDF
Mehkûm

Versions:


Mehkûm

M.Ali K.

Avesta


M.Ali Kut -Di sala 1964an de li Zoravaya Nisêbinê çêbûye, di sala I983an hatiye Swêdê û aniha jî her li wir dimîne. "Mehkûm" kitêba wî ya pêşîn e ku di sala 1994an de li Swêdê di nav weşanên Welat de çap bûye.



Birayê ezîz!

Berî ku dest bi reşbeleka xwe bikim gelek silavên germ ji te re rêdikim, ji herdu çavên te ên reş radimîsim...

Lo birawo, ev bûn deh name ku min ji te re şandin, eva jî ya yanzda... Lê ji te, me hêj tu bersiv ne girt! Qe neba me bizaniya ku tu sax î, rehet î... Viya wê dilê me têxista cî, kêfa me bihaniya. Diya min bi girî herdu çavên xwe kor kirin! Heroj rûdine, saetekê digirî û dibê; "Saloxên min ji min re binin!" Pitepita bavê min bi ser min de, dibê; "Tu ji qezda wilo dikî! Tu naman jê re naşînî!" Ez fikirîm ku dibe te navnîşana xwe guherti be û ez çûm min navnîşanek hevalê te ji bavê wî tika kir. Li ser wê navnîşanê jî min çend name şandin. Lê dîsan jî, digel ku ev serê sê mehan e ku em bersivekê ji te dipên... bêfêde ye!



Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues