The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bihuşta lal


Editor : Avesta Date & Place : 2006, İstanbul
Preface : Pages : 71
Traduction : ISBN : 9944-382-00-0
Language : KurdishFormat : 130x195 mm
FIKP's Code : Liv. Kl. 1154Theme : Literature

Presentation Table of Contents Introduction Identity PDF
Bihuşta lal


Bihuşta Lal

Muawên bi rêketina otobusê re li bayê bezê xwe çengî destikê deriyê dawiyê dikir, lingê xwe yî çepê diavête aliyê hundir ser pêlikê, yê rastê jî li derve di valahiyê de li ba dikir. Car caran qeweta xwe berî ser destê xwe yû bi destikê derî ve dida, ser û singê xwe di deriyê nîvvekirî re dirêj derve dikir û bi dengekî aza bang dikir : "Diyarbekir ! Diyarbekir !"

Otobus hêdî hêdî di ber Ziyareta Darbûrê, di ser Kaniya Kulebê re, li ser riya axînî, di nav toz û dixanê de dibû wek gilokek ewr, Dêrik li pêy xwe dihişt û diçû. Di ber Kevirê Kerr re derbas dibû, di Kaşê Ziyareta Xêratkê re bi ser Garê Rezê Dêwid diket, di ber Gundê Taşîtê û di nav Gundê Dêşanê re dibihurî, di Deştegewrê re qiyameyî Kaşê Şermixê dibû û di ber Bendê Rezan re dikete nava Qezaya Şermixê. Piştî bêhndayîneke di ber Gundê Tawisiyê re xwe digihande Avgewr, di nav Qezaya Çinara Avî re dibihuî û di rexê Şetê Dîcleyê re qiyameyî nava Bajarê Diyarbekrê dibû.



Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals