Mirina Rojê
Jîla Huseynî
Avesta
Jîla Huseynî - Di sala 1964an de li şarê Saqiz li rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Keça dadvan û zana Mehran Huseynî ye, ku xwediyê kitêbxaneyeke zengîn bû û pêş ku biçe ser dilovaniya xwe, rolek mezin dibû di handan û piştgirtina şair de. Jîla di temenê pazde salî de, dest bi nivisîna şi'rê kir. Di sala 1996an de gihaşt dilovaniya xwe, di gel keça xwe ya ji nû ve li dayik bûbû, piştî kurek li dû, xwe hişt bi navê Ramî, di encama bûyereke maşînê de, di oxira civanê di gel Şerko Bêkes, di wextê serdana wî ji Tehranê re. Şi'rên wê bi zimanê Farisî jî hene. Endama damezrêner bû di Encûmena Wêjeyî ya Mewlewî Kurdî li şarê Sine. Ji berhemên we:
- Geşey evîn (şi'r, 1995) - Qelay Raz (şi'r, 1998) - Berhevokek şi'rên zarokan, nehatiye çapkirin. - Çend kurteçîrok di berhevoka Qelaya Raz de hatine çapkirin.
Eger bû û te jinek dît bejna wê bi xemê xemilandî be çavên wê kiz û xembar bin lêvên wê ziwa û gelişî bin û te ez û pê şibandim neveciniqe nebêje wêneyê vê hejarê di albûma raburiya min de yadîgar e. |