Bexçeyê Heywanan
Qaz û werdek êdî ne li golan, dîk û mirîşk ne li hewşan, berx û karik, bizin û mî, beraz û ga ne li deşt û newal û zozanan diçêrin. Ev hemû heywanên ku berê şirîkê jiyana me bûn vêga ji ber çavê me dûr dijîn. Ew êdî di çewligên gelek mezin û xirab de bi êmên tije hormon tên xwedîkirin, tenê ji bo ku qelew bibin û zêde goşt bidin. Em wan tenê navkî nas dikin bê ku bizanibin çawa hatine xwedîkirin û çi hatiye serê wan, beriya ku wek goşt bên ser sifra me. Ew goştê ku dibê sebebê gelek nexweşiyan. |