Çend çirûsk, pengek ji kurte çîrokan
Mehmûdê Eko
Compte d’auteur
Serşoka gunehan
Tê bîra te, wexta ku te ez di birînên xwe de vedşartim, û te lerzên min dilorandin.
Li ser çoga te ez û xewnên xwe yên xilmaşbûyî dibûn du termên bê liqandin û liv, û te borîna min di parastegehên destanî de haş dikirin.
Tê bîra ie, wexta zayîna derdên qedexkirî li hêvî yên me dibanîyan.
Tê bîra te, wexta ku koçên bêwarî yê ji bîranînên me re darbestek ji şoqil û pîvongan darvedkirin.
Tê bîra te, wexta ku em derbasî serşoka gunehan dibûn, û bi hevokên pîroz re canê me yê nazik li sûc û gunehan diqelibî, hingî poşmanî yên me hev dixwarin... |