The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Mem û Zîn


Author :
Editor : Nûbihar Date & Place : 2013-01-01, İstanbul
Preface : Pages : 304
Traduction : ISBN : 978-9944-360-71-5
Language : KurdishFormat : 135x210 mm
FIKP's Code : Liv. Ku. 6595Theme : Poetry

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Mem û Zîn

Versions

Mem û Zîn

Ehmedê Xanî

Nûbihar


Mem Û Zîna Ehmedê Xanî, divê ne tenê bi çavê çîrokekê an destanekê lê bê nêrîn; lewra Ehmedê Xanî, ev kitêba xwe ji bo ku deryaya dilê xwe biniqutîne ser zeviya dilê me, kiriye hêncet û behaneyek. Herwekî ku ji şekirîstana zimanê wî ev rêzikana rijiyane:

Şer'ha 'xemê dil bikem fesane
Zînê û Memê bikem behane

Ne'xmê we ji perdeyê derînim
ZÎnê û Memê ji nû vejînim

Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de, ji bilî vegotina reçeteyên derd û dermanê Kurdan, herweha ramana xwe ya felsefî, tesewifî û eqîdevî jî ji me re pêşkêş dike û bi zimanekî hîkmetane pend û şîretan li me dike: Eger tu bi kûrebînî li vê kitêba min binêrî, tu yê bibînî ku hemî mînak û mîsalên wê pend û şîret û hîkmet in;

Her qisse ji 'hisse behremend in
Her emsîle ger bizanÎ pend in

Em vê şahesara seydayê Xanî, careke din bi hevberkirina şeş nusxeyan, ravekirina peyvên biyanî û bi.ngehgirtina desxeta herî kevn ya Ezîz kurê Şîrbarê Mamzêdî, pêşkêşî xwendevanên hêja dikin.



PÊŞGOTIN


Bi navê Xwedayê mihrîbanê dilovan
Mem û Zîna Ehmedê Xanî, divê ne tenê bi çavê çîrokekê yan destanekê lê bê nêrîn; lewra Ehmedê Xanî, ev kitêba xwe ji bo ku deryaya dilê xwe biniqutîne ser zeviya dilê me, kiriye hêncet û behaneyek. Herwekî ku ji şekirîstana zimanê wî ev rêzikana rijiyane:

Şer'ha 'xemê dil bikem fesane
Zînê û Memê bikem behane

Ne'xmê we ji perdeyê derînim
Zînê û Memê ji nû vejînim

Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de, ji bilî vegotina reçeteyên derd û dermanê Kurdan, herweha ramana xwe ya felsefî, tesewifi û eqîdeyî jî ji me re pêşkêş dike û bi zimanekî hîkmetane pend û şîretan li me dike: Eger tu bi kûrebînî li vê kitêba min binêrî, tu yê bibînî ku hemî mînak û mîsalên wê pend û şîret û hîkmet in;

Her qisse ji 'hisse behremend in
Her emsîle ger bizanî pend in

Em vê şahesara seydayê Xanî, careke din bi hevberkirina şeş nusxeyan, ravekirina peyvên biyanî û bingehgirtina desxeta herî kevn ya EzÎz kurê Şîrbarê Mamzêdî, pêşkêşî xwendevanên hêja dikin.

Ji bo sûdwergirtina ji vê xebatê
Ehmedê Xanî di hinek cihên Mem û Zînê de, ji bo zerûreta şiîrê an ku ji bo ku kêşa malikê aloz nebe tîpa "i"yê li malikê zêde kiriye. Ev tîpa han tu erka xwe tuneye û ne ji eslê peyvê ye. Ji ber ku di tîpên Erebî de dengdêr tune ne, ev tîpa (i)yê, di klasîkên Kurdî de yên ku bi tîpên Erebî dihate nivîsandin, nedihate diyarkirin û tu pirsgirêk jî dernedikete pêşberî me.

Lê piştî ku Kurdan alfabeya latînî bikar anîn û ev wekî pirsgirêk derkete pêşberî me. îcar hinek tîpguhêzkaran, ev tîpa han, nenivîsandin û gotin: "Ji bo ku ev tîp ne ji eslê peyvê ye, ne pêwist e ku ew bê nivîsandin". Hinekan jî ew tîp nivîsandin û gotin: "Ji bo ku dema ev tîp neyê nivîsandin, wezna helbestê aloz dibe, divê ew tîp bê nivîsandin". Bi dîtina min jî divê ev tîp bête nivîsandin. Lê ji bo ku ev tîp diyar bibe ku ne ji eslê kelîmê ye, min di Mem û Zînê de ew, bi awayê îtalîk nivîsandiye. Carina ev tîpa "i"yê, di dawiya peyvan tê, herweku:

Ev Rûm û 'Ecem bi wan 'hesar in1
Kurmanci hemî li çar kenar in

Carina ew tîp di navbera peyvê hevedûdanî de tê, herweku:

Ger kafir û ger gunahıkar în
Bîlcumle- ji te umîdiwar în

Carina jî ew tîp di nava peyveke xwerû de tê, herweku:

Yek serwê riyaz ê rasitîê bû
Wê navi bi rasitî Sitî bû

Ferhenga Mem û Zinê
Hemî şa'irên me yên klasîk, peyvên Erebî û Farisî, bi bandora dîn û edebiyatê di berhemên xwe de anîne. Vêca dema ku xwendevanên hêja van berhemana dixwînin, hinekî ji wan re zor tê û nikarin peywendiya do û îro çêkin. îcar ew peyvên biyanî, an ew peyvên Kurdî yên ku di zimanê îroyîn de hatine jibîrkirin, me ew peyvana, li gorî babet û munasebeta hevokan, mane kirine.

Lê hinek malikên Mem û Zînê jî ji ber ku îşaretî bi bal ayet an hedîsekê dikin, hema bêje ji serî haya dawiyê peyvên Erebî an Farisî bûn. Ji lewra em bêgav man ku em maneya malikê, ne ku peyvopeyvo belkî li serhev bi tomerî bidin.

Lêkera "kirin"ê
Lêkera kirinê li gorî herêma Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Serhedê bi vî awayî ye:

Kurmanciya Standart
Ez dik-im
Tu dik-î
Ew dik-e
Em dik-in
Hûn dik-in
Ew dik-in

Lê li gorî herêma Hekarî û Behdînan bi pirranî bi vî awayî ye:
Hekarî - Behdînî
Ez dik-em
Tu dik-ey
Ew dik-et-etin-it-itin
Em dik-eyn
Hûn dik-en
Ew dik-en

îcar ji ber çend sedeman, min di Mem û Zînê de awayê duyem pejirandiye:
1- Sedemê yekem: Ji ber ku Xanî jî ji devera Hekarî ye.
2- Ê duyem: Destxeta Ezîz kurê Şîrbar ya ku min bingeh girtiye, di wê de jî lêkera "kirinê" bi awayê forma duyem bû.
3- Ê sêyem: Ne tenê ji nusxeya Ezîz kurê Şîrbar, belkî ji gelek belgeyên klasîk yên ku liber destê me hene, diyar dibe ku devokê şa'irên klasîk, bi piranî wekî forma duyem e.
4- Ê çarem: Forma duyem ya lêkera kirinê, di muzîk û helbestê de bêtir bi teql û aheng e û li guh xweştir tê. Îcar ji ber van sedemên ha, min xwe mafdar nedît ku ez rabim devokê helbestvan biguherînim.

Nusxeyên ku min ji wan sûd wergirtine

1- Destxeta Ezîz Kurê Şîrbarê Mamzêdî: Di nava desxetên Mem û Zînê yên heya niha hatine dîtin de, ya herî kevin, ev destxet e. Lewra ev destxet, di sala 1165ê koçî (1751-52 zayînî) de hatiye nivîsandin. Ev destxet, ji 216 rûpelan pêk hatiye. Di her rupelên vê destxetê de -ji bilî rupelên ku serbeş tê de 13 rêzik hene. Ji lewra min ji nava destxên Mem û Zînê, ev destxeta hanji vê xebata xwe re bingeh girtiye."

2- Çapa Stenbolê: Ev çapa ji hêla "Kürt Tamim-i Maarif ve Neşriyat Cemiyeti" (Komeleya Kurdan a Belavkirina Zanîn û Weşanan) ve di sala 1918an de bi pêşgotina Hemzeyê Miksî hatiye çapkirin. Min di binê rûpelan de, ev çapa han bi tîpa (s) nîşan daye.

3- Çapa Moskovayê: Çapa M. Rudenko ye ku sala 1962an li bajarê Moskovayê hatiye weşandinê. M. Rodenko wergera Mem û Zînê bi bal Rûsî digel orjînala wê ya bi tîpên Erebî kiriye û ji hêla "Enstutiya Miletêt Asyayê"ve, bi pêşgotinek Qanatê Kurdo, di sala 1962an de hatiye çapkirin. Min ev çap bi tîpa (r) nîşan daye.

4- Desxeta Ehmed Hilmî: Ev destxet, bi xetê Ehmed Hilmî bi xwe di sala 1976an de hatiye nivîsandin. Ewî gelek peyvên Mem û Zînê bi zimanê Erebî şîrove kirine. Lêbelê di vê destxetê de her du beş tune, anku herdu beşên ku qala Kurdan dike tê de tunene. Piştî ku ew destxeta xwe bidawî dike, weha dinivîse: "Katib weha gotiye: Ew kitêba ku me jê îstînsax kirî, 1165 Ezîz kurê Şîrbarê Mamzîdî nivîsîbû. Xweda rehma xwe lê bike, amîn." Min ev destxet bi tîpa (h) nîşan daye.

5- Destxeta Zeynelabidîn Amidî: Ev destxet ji ber çapa Hemzeyê Miksî hatiye girtin. Li ser bergê vê destxetê em nizanin bi çi sebebî navê Mem û Zînê bi awayê "Mîzanuledeb" hatiye guherandin. Min ev destxet bi tîpa (z) nîşan daye.

6- Destxeta ku nivîserê wê ne diyar e: Ev destxet di pertûkxaneya taybet ya dezgeha Spîrêzê de ye. Nivîser û tarîxa vê destnivîsê ne diyar e. Lewra ji pêşî û paşiya vê desxetê, çend pel çiriyane." Min ev destxet bi tîpa (n) nîşan daye.

7- Çapa Hejar: Ev çap di sala 1989an de bi arîkariya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye weşandin. Min ev çap bi tîpa (j) nîşan daye. Di hinek cihê Mem û Zînê de, min ji jêrenotên çapa Moskovayê jî min bi tîpa (m) nîşan daye.

Bi hêviya şadbûna rewanê Xanî
Xebat ji me tewfiq ji Xweda

Huseyn Şemrexî
Stenbol 2010

1 bi wan 'hesar in bi wan sûrlbeden kirî ne, bi wan parastî pe.
2 bîlcumle hemî, bigiştî.
3 serwê riyaz ê rasitî serwê baxçeyan yê bejnrast.
4 Ev destxeta han, mamoste Tehsin Îbrahim Doski ji me re anibû. Em gelek sipasiya wi dikin.
5 Ev detstxet jî mamoste Tehsîn Îbrahîm Doskîji min re anîbû.



-1-


Sernameê name namê Ellah
Bê namê wî natemam e wellah'

Ey metle'ê husnê 'eşqıbazî
Mehbûbê heqîqî û mecazî

Namê te ye lewhê nameya 'eşq
îsmê te ye neqşê xameya 'eşq

Bê neqşê te neqşê xame, xam e
Bê namê te name natemam e"

Namê te ye şahıbeytê meqsûd
Fêhristê mukatebatê mehmûd

Mezmûnê muraselatê lareyb
Meşhûdê mukaşefatê bilxeyb

* Bê namê te natemam e wellah. (r.)
** Bê namê te natemam e name. (r.)

sername: pêşgotin.
name: kitêb.
natemam: kêm, kêmbereket.
metle'ê husnê: jêdera xweşikiyê-spehîtiyê. Di hunerê edebi de, niviskaran yan şair, di serê qesîde û xezelan yan kîtaban û di dawiya wan de, gotin yan malikeke wisa xweş û şêrîn û balkêş tînin da ku xwîner û guhdar jê lezetê bistînin. îcar ji vê malika pêşîn re ya ku şair gotina xwe pê vedike "husnê metle'" û ji malika dawîn re jî "husnê meqte" tê gotin. Xanî jî di serê Mem û Zînê de, ji bo "husnê metle"'ê malika Ey metle 'ê husnê ... aniye û di dawiya wê de ji ji bo "husnê meqte"ê ev malik aniye:
Ewwel ku le da ji 'eşqê metle'
Axir bide wî tu husnê meqte '
xameya 'eşq: qelema evînê.
xame: qelem, kilk, pênûs.
xam: xav, nepehtî, nepijiyayî.
name: kitêb.
şahbeyt: di qesîdeyê yan xezelê de malika herî xweş.
mukatebatê mehmûd: nivîsên pesinandî.
mezmûn: mane, mefhûm, naverok, di xwe de girtî.
muraselat lareyb: kitêbên hinartî yên ku tu şek û şubhe di wan de tune.

 




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals