La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rewşen


Auteur : Seîd Yûsif
Éditeur : Çapxana Xebat Date & Lieu : 1993, Duhok
Préface : Fadilê Emerî Pages : 198
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x210 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. 4454Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rewşen

Versions:

Rewşen
Ji belavokên Kovara Metîn, hejmar 4

Seîd Yûsif

Çapxana Xebat

Oy, Felek ji boyî çi lê
Te ez hiştim ji hevala
Emrê min çarde ye ez lê
Xuya dikim mîna kala
Carek tenê mirada min
Wey Felekê te b'cî n'anî
E'ne ji kul û ji derdan
Ev dilê min her dinala

Oy Felek ji boyî çi te
Mirada min te b'cî n'anî
Maldarî ji ba min çû lê
Feqîrîyê l'cem min danî
Van hevala ji bîr kirin
Teva pişta xwe dida min
Van xwedîya bi carekê
Ez firotim bi arzanî
.....



PÊŞGOTIN

Demê hêja Diyar Doskî, ji min xwastî, ku ez pêşgotinekê ji dîwana stiranên S. Yûsif re binivîsim, dudilîyê ez girtim, ji alîyekî ve ez şad bûm ku navê min di gel helbestên Mîrê tenbûrê bê çapkirin, ji alîyê dî ve sam û tirsa wexera cîhaneka nû ez girtim, lê, li dawîyê min pê danî ser tirsê û gote xwe: Lawo herre û netirse, dîwan peyvên ji deng 'û tenbûrê rût kirîne... Helbestên wî li ser berperan nivistîne, evca hêdî - hêdî min xwe berda nav cîhana Mîrê tenbûrê û her gavek bi hezar rawestiyana min havêt, lê diser hindê ra qirrika min ew bê dengîya min divîya têk dida û digel kak Zekerîya bi hev re digot:

Oy Felek ji boyî çi
Te ez hiştim ji hevala
Emrê min çarde ye ez
Xuya dikim mîna kala

Û pêra bîranîna kolîcê û guhdarî kirina kasêtên Mîrê tenbûrê vejîneve û digel aşopa min davkêş bûn û gotina biraderekî hate bîra min dema gotî: Erê hûn nabêjine min, em dê ezmûna serê salê bi Se'îd Yûsif kin yan bi noşdarîyê?

Eha îro jî ez bendewarê hunermendîya Mîrê tenbûrê me û demê ez dibînim, ev helbestên lîrîkî yên nazik, her ji dilê wî derketine, S. Yûsif hêj mezintir lê dihêt...

Derba li min xe
Bera 'z birîndarê te bim
Min bi êşîn
Hema ku ez li cem te bim
Ne şerme ez
Bimirim ji derdê evînê
Min bikuje
Bera'z mirîyê bejna te bim

Hosa tenbûra melûl û xwejen ji heparê hunermendî vedirije nêv wujdana her kesî, û bi evînek nazik, bi sozek Kurdewarî dinya hemû evîndaran digire û ew sitema li dilên evîndar di hête kirin, dîlanek sofîyane di gerdûnîde peyda dike...

(Ez wê)
Ji bîr nakim bi se'et û gav
Di bûrî, li min nakî silav
Sê sal ew qas hez kirin
Tev hate ji bîr kirin
Bi evînê em hatin nas kirin
Ew evîn çû av û av

Ev evîna dilên mezine ku dijwartire ji her kesekî û xwe gorî kirineka berdewame di evînê, bi xwe de, ku gelek nêzîkî sofîyên rojhelatî ye, hindî dilber, evîndarê xwe bi êşîne, evîndar pitir xwe dihavêje deryaya evînê û xwe têde. di fetisîne û ta ku ebed dil dimîne warê wê evînê û kesek dî napejirîne...

Tu d'nava dil deyî
Dil evîndar e, dil evîndar e
Heya go tu heyî
Ev dil ji bo te, xweş cî û war e

Lew evîndar dikeve ber zordarîya dinê; û dilber, gulek geş di dilê pîr û evîndar de dimîne...

û her bi tenê S. Yûsif, di bêje:

Ez pîr kirirm ew ma ciwan

Ev pîr bûna leşî û ciwan mana evînê (dilber) pêre digel gotina me ya selal (serî) tê.

S. Yûsif ji alîyek dî ve, wekû komeka evîndarîyê, cîhanek romantîk ava dike û dibe ser kêşê evîndaran... Xerîbîya ebedîya wî, evîna paqija ebedî ya wî, warek dî li dinyayê di afirîne:

Xerîbim ez kesî nas nakim
Bê hevalim, bê dost û birak im
Kesek tune ez li cem rûnim
Kes nîne vî dilî pê şakim

Ev havî bûne ji dinyayê ber bi ava kirina yotopiya evîndaran (lê digel ji bîr nekirina rastîya jiyana rojhelatî...):

Bû êvar roj l'me çû ava
Lawiko de'm herin malê
Ba rabû l’me tê xunave
Şêrina dilê m'delalê
Wê bi gerin li me dê û bave
Xwestî me j'bo kurê xalê
Va ez herim bişyê silava
Ne bêje kesî çûme balê

Herwesa Mîrê tenbûrê alîyê civakî û doza gelê Kurd ji bîr nekirîye.. Newroz pîroz kirîye, pesinên pêşmergan kirîne û jin û zarokên Kurdan jî bêbar nekirîne, ku tev de panoramayek jiyana me ya îro pêk diîne

Newroz cejna mey mezin e
Hevalo werin dîlanê
Evro cejna gelê min e
L'her çar parçên Kurdistan
Paşî gazî pêşmergeyan dike:
Pêşmerge ne, pêşmerge ne
Hûn şêrgelê gelê xwe ne
Kurdistanê diparêzin
Bi cerg û xebat û hêz in
Em tev bi qurbanî we ne

Li dawîyê dibêjim xwezîya wê rojê ku, daxwaziya S. Sûsif bi cî hata û Ala rengîn me hildaba jor, hîngê da qedrê qelem û hunera bi sedan yên weka S. Yûsif bi hata zanîn.

Dr. Fadilê Emerî
Duhok



Çend têbîniyên giring

Em ji xwendewaran û Mîrê tenbûrê lêborîn dixwazîn ku me hinek guhartinên biçûk di rênivîsara dîwana wî de kirîne, ev jî her ji bo baştir bê xwandin û Kurdên bi zarên dî di axivin tê bigehin..

1. Cînavê kesê duwem (tu) bi çar forman hatibû nivîsîn, me du hêlan (T'; Tu), herwesa tu= çu= hîç.

2. "Tu wê" bi formê (tê) hatibû nivîsîn, me kire (T'wê) ji bona rontir û aşkira tir be.

3. (Narê) û (Nanî), me kirin (na'rê) û (n'anî), ew jî bo diyar kirina binekoka wan ku na herê û ne anî ye.

4. Me dest ne da (go) , ku bi pirranî li şûna (ku) hatîye.

5. Pêvîyatîya helbestê hinek kurt kirin fer kirine, ji wan:

J'= ji
MI, mi= min
'M= em
'Z= ez
D'= di
L'=li
T'=tu




Fondation-Institut kurde de Paris © 2020
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues