Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2010, İstanbul |
Préface : | Pages : 1024 |
Traduction : | ISBN : 978-605-5585-16-7 |
Langue : Kurde | Format : 215x135 mm |
Thème : Musique |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
Kilam & Stranên Kurdî Tevî hemû populerî û aktualîteya xwe, muzîka kurdî hê zêde nebûye mijara xebatan. |
Pêşgotin Çand û hunera kurdan jî wek ya hemû gelên din, bi peşveketina şaristaniya wan ve hevrast (paralel) e. Nemaze di stranên kur dan de, gelek motîv û hêmanên berbiçav ên di jiyana civald û xwezayê ya îroyîn de jî tên bikaranîn û taybetiyên heyama neolîtîk tên dîtin. Mirov dikare bi hêsanî bibîne ku kurdan di stran û govendên xwe de; xweza, roj, ax, av, sewalên kedî û jiyana li dora wan hatiye hûnandin û şaristaniya pêşketî, bi awayeke şenber bi kar anîne. Her wiha piştî heyama neolotîkê jî mirov dikare şaristaniya cîvaka koledarî û feodal di çand û hunera kurdan de bibîne. Diroz û qewlikên (duayên) êzdiyan ku jêderka xwe ji baweriya zerdeştî ya li Kurdistanê jiyaye, girtiye û yên elewiyan ku dîroka wan jî biqasî ya dirozên êzdiyan kevn e, hemû wek berhemên hunerî ne. Dirozên êzdiyan ku jê re "qewl" tê gotin û wek awayekê îbadeta baweriya elewiyan "semah" û nemaze îlahiyên ku di van baweriyan de tên gotin, her yek ji berhemên hunerî yên bihişmet wê de, tiştek din nînin. Pêkanîna van berhemên hunerî yên ku di baweriya kurdan de evqas bibandor, pişt re bi xurtbûn û pêşketina îslamiyetê derbeke mezin dixwe û tê qedexekirin. Piştî îslamiyetê di nav cîvaka elewî ya pêşketî de pêşkêşkirina van berhemên hunerî yên nîgarî (motîvî) û bi nexş û nimûşen olî, bi hatina desthilatdariyên paşverû ve bi tevahî hatiye qedexekirin û bi vî awayî destkeftinên şaristanî yên civakekê bi talan, bişaftin û komkujiyên mezin re rûbirû maye û ber bi tunebûnê ve çûye. Ji kurdan re, li ser erdnîgariya Kurdistanê, li gel berhemên hunerî, amûrên ku di mûzîka kurdî de dihatin bikaranîn jî, hatibûn qedexeldrin. Nemaze amûrên ku ji aliyê desthilatdarên îslamê ve bi navê îslamiyetê hatibûn qedexeldrin, dahol û zurne mînakên balkêş in. Ji ber vê hindê mûzîka kurdan, li gor mûzîkên gelên din, di xwe de taybetiyên cihê diguncîne. Ew jî dengbêjiya bêamûr e. Dengbêjî, şewazeke taybetmendiya mûzîka kurdî ye û tenê bi dengê mirov pêk tê. Ev cureyên xebatê, bi dagirkeriya tirkan re tundtir hate qedexekirin û ev qedexe di roja îroyîn de jî, ji aliyê Dewleta Komara Tirk ve li ser çand û hunera Kurd, li ser mûzika Kurd tê domandin. Mûzîka kurdî pêmayiya (mîrasa) hemû gelên li Rojhilata Navîn e û di heman demê de pêmahiyeke hemû gelên cihanê ye jî. Berhevkirin û arşîvkirina vê pêmayê, di heyama îro de ji bo pêşerojê, tê wateya parastin û ragihandina pêmaya mirovatiyê. Ji ber vê hindê xebat pir girîng e. Sedem û armanca min a mezin, a vê xebatê; yek coş û peroşa min a li hember mûzîka kurd e, ku ev mûzîk yek ji dewlemendiyên çand û hunera kurd e. Ya din ez van nirxan wek pêmaya mirovatiyê ya hevbeş dibînim. Ez dixwazim vê jî diyar bikim, ev xebat ewqas ne hêsan e. Ez bawer dikim ku ger ez ve dijwariyê bi mînakeke di jiyana min de qewimîbû, vebibêjim, wê balkêştir bibe. Di sala i983yan de hêj min lîse nû qedandibû. Li Amedê ji aliyê TRT (Saziya Televîzyon û Radyoya Tirkiyê) pêşbirkeke dengxweşiyê hatibû lidarxistin. Ez jî tevlî vê pêşbirkê bûbûm û wek kesê yekemîn hatibûm hilbijartin. Ji ber vê yekê ez girtim Radyoya Diyarbekir hevkar şandim gundan. Teybeke dengan tomar dike û mesrefên min dan min û ji min xwestin ku ez gund bi gund bigerim; stran, meselok, pêkenok, çîrok û efsaneyên van deweran berhev bikim. Ez bi qasî 3 mehan gund bi gund geriyam, tişten ku ji min hatibûn xwestin min berhev kir. Nêzikî 50 kasedî awaz (melodî), meselok, çîrok û efsane min berhev kirin ku ew ji pêncsedî pirtir awazên kurdî pêk dihatin. Ji aliyê TRTyê hat xwestin ku van awazên berhemên mûzîka kurd! yên min berhev kiribûn, wegerînim tirkî. Ev berhemên ku min berhev Idribûn, de wek Awazên Mûzîka Gele Tirk tomar biba. Min ev yek nepejirand. Min ew berhemên ku ber hev Idrbûn, ji bo ku ji derî armanca xwe neyên bikaranîn, veşartin. Wek hemû kurdan ji bo min jî, cihê ku ez pê herî bawer bûm, binê erde bû. Mixabin demeke dirêj pê re, ez hin bûm ku piraniya wan berheman riziyane. Xirakirin û guhertina huner, nirxên çandî û mûzîka gelekî, bi rengekî guhertî malkirina wan a ji bo gelekî din; bişaftineke (asîmîlasyon) kirêt bû û dihat xwestin ku ez jî bibim amxazê vê kirêtiyê. Min ev yek nepejirand. Ji ber ku jiyana min di xetereke mezin da bû min ew karê xwe bi piştgiriya Alcademiya Kurdî li derveyî welat berdewam kir. Ez cum gelek welatên ku Icurd lê dijîn. Min li welatên Kafkasya, li seranserê Ewrûpa, her çar perçeyên Kurdistanê, ji Avmstralya heta Kanada, arşîva radyoyên Êrîvan û Bexdayê stran û awazên kurdî berhev kir. Di encama karê 23 salan de min ji deh hezaran pirtir stranên kurdî berhev kirin.
Cewad Merwanî Têbinî Herweha kurd bi hezaran salan tev xelkên cîran wekî asurî, ermen, faris, ereb û tirk jiyane. Di warê kulturî de pirê caran bandora wan li ser hev çêbûye. Dibê ku hin meqamên kurdî bi esil aramî be yan jî farisî be. Dibe ku hin stranên wisa di nava kitêba me de cîh jî bigrin. Lê di vî warî de armanca me ne ew e ku em wan wekî stranên kurdî nîşan bidin, bîlakîs armanca me ew e ku wan bi çi awayî dibe û çiqas ji destê me tê ji windabûnê xilas bikin. Stranên di van kitêban de ji çar aliyê Kurdistanê, ji arşîvên Radyoya Bexda û Êrîvanê hatine berhevkirin. Di destê me de hê bi hezaran stranên din ên gotin û notayê wan nehatine derxistin hene. Ev stranên van kitêban temamî yê govend û dîlanê ne. Emê di pêşerojê de stranên mêwal (lawik) û yê şer û mêraniyê biweşînin û bigihînin we. Heta emrê me têrê bike, emê arşîva me ya ku ji nêzîkî 10 hezar stranan pêk tê, bi awayekî ilmî çap bikin û diyariyî gelê kurd bikin û dewlemendiya kultura kurdî bi gelên din yê cîhanê bidin nasîn. Spasdarî...
Huseyin Akyol |