La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Govenda dilan


Auteur :
Éditeur : Compte d'auteur Date & Lieu : , Qamişlî
Préface : Pages : 136
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 160x230 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Govenda dilan

Govenda dilan

Se'îd Yûsif

Compte d'auteur

Eman Cîhan

Eman eman eman Cîhan
Sing û memik nûke gihan
Çav û birh û lêv û dinan
Min re bûne derdê giran

Xwezka ez bûba me bilbil
Mi j'tere xwendiba l'ser dil
Bê çi pê hat bo te Sorgul
Yeqîn l'min xayîne zeman

.....



PÊŞGOTIN

Li destpêka pêşgotina pirtûka min î helbestan a yêkem de, min divê gelek tiştên giring bi kurtî bêjim.

Ne gereke ku ez ji hevalekî xwe yî şa'ir an rewşenbîr re bêjim ta ku vê pêşgotinê de min re binvîsê. Çimkî di vê pêşgotinê de min divê xwe b'xwen- dewerên hêja bidim naskirin û li ba hine din jî xwe bidim xwyakirin.

Navê minî rastî û binemalî ev e: ez Se,îd kurê Ûsiv ê Se’îdê Osmên im, ji devera Bişêrîyê me, bi binemalî û malbata me malbateke Remî ye, ango ji Eşîra Rema ye.

Bî nîşana ku berî 65-70 salî li wê herêmê bapîrê min se’îdê osmên di nav henek û tinazan de bi destê mala «Perîxanê» hate kuştin, yên ku axayên «Eşîra Reman bûn»

Dêpîra min jî ango diya bavê min, ji binemaleke xwya yî bû navê wê Gulê bu, keça Miradê kurtî yê Zaxwranî û ji eşîra «Hevêrkan» bû.

Piştî kuştina bapîrê min, bavê min bi xortanî dakete binya xetê «Sûryê» û li Qamişlo diya min bi jinbitî naskir û herdu şo kirin «zwicîn» û ez hatime dinya yê, di Sala 1948 miha gulanê de, li kolana Qudûrbeg, li bajarê Qamişlo-sûryê.

Karê bavê min avakirina xaniyan (hoste) bû, lê di wê demê. de kar kêm bû, bavê min gelek nexweşî, xîzanî û hejarî dît. Êdî ji behabûna tiştan û bê çarîyê me mala xwe bire «Gundê enterîyê» di Sala 1965 an de û piştî çend salekî dibistan çêbû, çûme dibistanê an xwendegihê. Heya bi sinfê: (sertifîka hunerî) fenî lê mixabin dibistanên hunerî wê çaxê li Qamislo nebûn û divibû ez herim bajarê (Dêrazorê) bixwînim lê feqîrîyê destûr, ango rê neda min de ez xwendina xwe berdewam bikim, û di wê demê de li dêmahîya 1965 an de min dest bi fêrbûna
Tembûrê kir û ez zû pêşde çûm û berê jî min li hemberî mamostayên xwe hellbest û sirûd distirandin ji ber ku dengê min bersiv dida û wan dida razîkirin û hin bi hin ez fêrî temborê bûm û min ji xwe re helbestên nû çêkirin an jî nivîsandin û li gor zanîna xwyî wê çaxê jî, min awaz ji wan helbestan re çêkirin û min ew stran di şevbiwêrkên dost û hevalan de digotin. û ji ber ku şevên kurdî di wê çaxê de ne serbest bûn û qedexe bûn ji bo wilo ez çûme beyrûdê, libnan, di Sala 1967 an de, min karê hunerî kir.

Li wê jî min di radyoyê de kar kir û min çend sêlik û kasêt tomar kirin û di televizyona libnanê de çend caran hatime der û li çend ciyan û şanoyan min kar kir bi deng û Tembûra xwe, nêzîkî salekî li wê mam, dîsan vegerîyam bajarê Qamişlo. Di sala 1968 an de, ew sêlikên kurdî ku min li libnanê çêkiribûn min kirin diyarî ji radyowa kurdî re li Bexdayê û ew sêlik qebûlbûn. Dengê min di radyowê de hate der her roj û piştî çend heyvekî ez çûme bexdayê-Radiyowa kurdî û li wê jî bi serketim, bi deng, awaz şi’ir û tembûra xwe û min çend helbestên nû tomar kirin li gel çend parçe mûsîqe bi Tembûrê. û hin bi hin nav û dengê min belav bû û di sala 1969 an de min jin anî.

Di sala 1971 ê de min mala xwe bi yekcarî bire Beyrûdê, û min li wê girûpekî folkilorî hunerîyî mezin ji keç û kurên kurdan damezirand (çêkir) bi navê «civata newroz».

Û me dest bi vejandina şev û ahingên kurdî kir û kunsêrta «şeva» kurdîya yekem, me di roja yekşemê rêkewtî 25 / 4 an sala 1971 ê de û ser sehna sinema “Rîvolî” çêkir û dibin sêber û çavdêrîya serokwezîrê libnanê de, bê guman wê şevê, kurdên libnanê bi dehê gavan bi pêşde da û gelek kovar û rojnameyan li ser min û indamên girûpa Newrozê û berhemên me nivîsîn û navtêdan ji me re çêkirin. Gelek Radyo û televizyonê jî Pesnê min û Girupa min dan, çimkî ew şeveke dîrokî bû, û pir bi serket û navekî mezin da.

Û navê min baş belav bû bi taybetî bi lêdane Tembûrê û navê girûpa min jî pir bilind bû. Dîsanê min çend sêlikên mezin û piçûk çêkirin bi kurdî, erebî û turkî.

Û min ji gelek hunermendan re awaz çêkirin ji kurd û ereb û ferencîyan re û di sala 1973 an de ez hatim daxwazkirin bi navê rêxistina «Al yûnisko» da ku li Elmanyayê ez çend şevan – kunsêrtan vejinim û beşdarbibim. Ez çûme Elmanyayê û çend Şevên baş min li Bonê û Berlînê çekirin û di şevekê de gelek hunerhez û rojnamevanên elmanî hebûn û piştî min strand û çend hawayên kurdî bi Tembûrê lêdan, roja di rojnama pir pesnên min dabûn û hina jî navê behlewanê tembûrê li min kirin û berpirsiyarê rêxistina “Alyunisko” Elmanyayê Sêlikek Z. D. ji min re çêkir tev serhawayên kurdî bûn û di sala 1974 an de ez û girûpekî mûsiqî libnanî hatine daxwaz kirin û li gelek bajarên Efrîqî me şevên mûsîqa rojhilat-şerqî pêşkêş kirin û gelek dewletan weke Neycîrya, Sîralyon û Sahililac û.h.d. şevên me pir serketî bûn û em mane beyrûdê heta şerê gelî an bira kujîyê dest pê kir. Êdî di sala 1976 an de em hatin Şamê û mala me ma li wê û demeke baş min li radyowa Şamê kar kir û ez bûm indamê yekîtya hunermendan li Şamê. Ji wê jî me mala xwe bire bajarê Helebê, di sala 1977 an de û mi firoşgiheke kasêtan vekir.

Û ji Helebê jî em hatin Qamişloka rêngîn, ew jî di dêmahîya sala 1979 an de bû. Weke ku herkes dizanê di warê mûsîqê de xebitî me û ez di xebitim û baş min xwe daye pêş. Bi hemî hawa, bi deng, awaz Şi'ir û tembûra xwe û ji sala 1987 an ve ez di çim Ewrupayê û têm û wê jî min baş xwe da nas kirin, û li piranîya bajarên Ewrupa min şev çêkirin û di wan de beşdar bûm. û her biser diketim. Îsal ez baş fikirîm min dî dengbêjên kurd bi dehan helbestên min birin û bêrez û destûra min gotine an jî strandine û ji ber ku şi'irê min gelekin û pir jî winda bûne. ji ber vê yekê û binavtêdana hevalên minî nêzîk min xwest ez van helbestên mayî yên ku min nivîsîne kom bikim û ji winda bûnê bi parêzim, û ramana çapkirinê di serê min de bû û min xwest ez bi serbilindî pirtûka xweyî helbestan çap bikim.

Bi rastî ev diwana min î yekem rengekî wê taybetî heye û tameke Serbixwe didê.

Ji ber ku jimara mezin ji van helbesta yên ku min çêkirin û bi stran gotine û li hemû cî û deveran belav bûne û bi nav û deng bûne û hin helbest ji wan bi dengê wan hunermendên ku min şi'ir û awaz li gor dengên wan çêkirirbûn bela bûne û çi kesên ku ew helbest bihîstibin û guhdar kiribin wê b'hesanî karibê nas bikê û veqetînê.

Û ez hêvîdarim çi mirovê vê dîwanê bixwînê pê kêfxweş bibê û mebesta min ew e ku ez şahî û şadîyê bixim dilê xwendewar û hunerhezan de. Heger tu kêmanî jî hebin û ez bawerim wê hebin ku li min bibûrin, ji ber her merovek sinorek jê re heye yê min jî sînorê min ev e û tu kes nîne bêkêmanî û razîbûna we ji min re zor giringe û hin navtêdaneke pir bihêz e û sefirazî ye jî ji min re.

Se'îd Yûsiv
Qamişlo 10-8-1995




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues