La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rêzana elfabêya qurdî


Auteur :
Éditeur : Tereqî Date & Lieu : 1932-01-01, Şam
Préface : Pages : 20
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x205 mm
Code FIKP : Br. Ku. Kl. 44.Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rêzana elfabêya qurdî

Rêzana elfabêya qurdî

PÊŞGOTİNQ
Di hejmara hawarê a pêşîn de me rêzana elfabêya qurdî bi çend zmanan da bû zanîn.
Bi qêm û zêde qirina tiştinen hûriq me ew êxistin nav vê qurazeyê û di şiqlê qitêbê de ji nû ve dan çap qirin.
Jû pêve li paşîya qurazeyê hin bendên qiçiq bi her du texlît herfan êxistine. Da qo xwendevanên me bi berhevadanîna wan bê dişwarî elfabêya qurdî biqarin fêr bibin.

Şam
25 Gulan 1932


Elfabêya Qurdî

Bi navê yezdanê paq ê dilovan û mihrivan

Elfabêya qurdî ji sîh û yeq herfan hevedudanî ye:
a b c e ç d i g h x ê j î k q u
l m n o p r s ş t û f v w y z
Herf di dengdayîyê de du texlît in :dengdêr û dengdar.
Dengdêr ew herf e qo dixwedeng e, û dengê wê bi serê xwe derdiqeve û dengê dengdaran derdixîne, û didêre.
Dengdar ew herf e qo dixwedeng e, lê belê dengê wê bi serê xwe û bê arîqarîya dengdêrê dernaqeve.
Di zmanê qurdî de heşt dengdêr hene :
a e i ê î u o û
Lewre qo di denganîya qurdî de dengdêreq geh qin û geh drêj nabe dengdêrên qurdî di drêjahîya dengên xwe de liserseqinî ne: qin û drêj in.
Dengdêrên qin: e i u
e - der ... şer ... ser .. .
i - qin ... din ... bin ...
u - qurd ... qur ... qul ...
Dengdêrên drêj: a ê î o û
a - av ... sar  ...  bar ...
ê - dêr ... şêr ... mêr ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues