La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ansîklopediya Zarokan


Auteurs : | | | |
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 2004-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 236
Traduction : | | | Multimedia | | ISBN : 91-89675-32-0
Langue : KurdeFormat : 205x230 mm
Code FIKP : Jeu. Kur. 23Thème : Dictionnaires

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ansîklopediya Zarokan

Ansîklopediya Zarokan

Di vê Ansîklopediya Zarokan de nêzî 500 peyv û gotin hene ku li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin. Hemû peyv û gotin jî li gor cîhan û fantaziya zarokan hatine hilbijartin. Di her rûpeleke vê ansîklopediyê de rêza alfabeya kurdî heye û tîpa aktuel li ser vê rêzê bi rengekî din hatiye nîşankirin. Ev jî ji bo zarokan hêsan dike ku tîpa alfabeyê baştir bibînin û nas bikin. Girêdana wêne, peyv û tîpan alîkariyê dike ku zarok zûtir serwextî zanînê bibin.

Ansîklopediya zarokan berî herkesî ji bo zarokên dema dibistanê ye, bi taybetî jî yên salên destpêkê...




ÇEND GOTINÊN ME

Ev karê weke karên ansîklopediyan, karê dezgeh û nemaze dezgehên dewletan e. Dema ev kar ji bo zarok û xortan be, berpirsiyarî û hesasiyeta li ser jî girantir dibe. Bêguman ev Ansîklopediya Zarokan jî berpirsiyarî û hesasiyeteke welê di xwe de diguncîne. Em pê dizanin û me hay jê hebû.
Bi gotineke din heta ku ji destê me hat, me pedagojiya zarokan, etîmolojiya peyvan, hêsanî û estetîka hevokan dan ber xwe û ev kar welê pêk hanî.
Zanebûna tiştên di ansîklopediyekê de û faktayên li ser wan, ne tenê tiştên li welatê me an jî di zimanê me de ne, herweha tiştên dunyayî ne jî. Zehmetiya ku di karê vê ansîklopediyê de derket pêş me, ew tişt bûn ku belkî ne li welatê me hene û ne jî di zimanê me de.
Di amadekirina Ansîklopediya Zarokan de, ji bilî hemû ferhengên zimanê kurdî me ferhengên erebî, farisî, tirkî û ewropî jî dan ber xwe ku em nekevin çewtiyeke faktayî. Me li gor gotinên zimanê kurdî peyva herî hêsan hilbijart ku biçûkên me jî bi hêsanî bi lêv bikin. Weke agahiyeke zêde jî di hevokên dawîn de me da zanîn ku li hinek navçe û deverên welatê me jê re tiştekî din jî dibêjin û me ew tişt jî nivîsand.
Ev Ansîldopediya Zarokan îro wergeriyaye gelek zimanên din jî. însîyatîfa hemû kar, çap û weşandina Ansîklopediya Zarokan, weşanxaneya Apecê û xwediyê wê Alî Çiftçî xwe daye ber. Weke redaksiyon me jî karê wê da ber xwe. Di karê Ansîklopediya Zarokan de me peyv bi peyv rasterast wernegerandiye. Me mijara peyv û gotinên di ansîklopediyê de bi zarekî kurmancî raxistiye û ji nû ve nivisandiye. Herweha me çend nav û gotinên xwe yên kurdî jî lê zêde kirine ku reng û lezeteke kurdî bide biçûkên me: weke Newroz, kew, bilûr, sîsalekên gurî, ala kurdî û hinek tiştên din. Ji ber ku ev tişt di orjînala Ansîklopediya Zarokan de tunebû û ev kar me bi destûra amadekarên wê yên eslî kiriye. Bi baweriya me, bi vê Ansîklopediya Zarokan, biçûkên me ê:
- Di warê ziman de jîriya têgêhîştin û vegotina xwe xurt bikin û xwe bi pêş bixin.
- Di van salên xwe yên ter û teze de bibin xwediyê gotinên ji nava malê der û dûr ku ev jî di jiyana wan de gelekî giring e.
- Tekst û wêneyên ku di Ansîklopediya Zarokan de hene, ew ê bihêlin kuagahî zû têkeve hişên wan.

Ansîklopedıya zarokan
Ji wê gava ku zarok bi bîr dibin û pê de, ew bi baldarî û enerjiyeke xurt bi ser tiştên derdora xwe ve dibin. Her tiştên ku ew dibînin ji bo wan nû ye.
Zarok bi mezinbûna xwe re dibin xwedî tecrube, hin bi hin sînorên bal û meraqa wan zêdetir dibe. Bala wan diçe ser mijarên dûr û kûr.
Ma ji me kesên mezin kê ji pirsên zarokan, yên ku li dû hev û li ser hev para xwe nestendiye?

Bal û mereqa zarokan tiştekî xwezayî ye
Zarok birçiyên çîrokên li ser rastiyê ne. Ji ber vê ye ku hertim pirsan dikin. Lê gava dibînin mezin guh nadin wan, wê çaxê bêdeng dibin û mecalên dan û sitandinê jî di navbera mezin û biçûkan de namîne. Herweha gelek mijarên din, mijarên ku ji bo zarokan ne konkret in, bi rêya TV, radyo û komputeran bi deng û wêne digêhîjin zarokan. Giring e ku kesên mezin vê lehiya wêne, term û hestan bi zarokan bidin zanîn ku zarok karibin wan ji hev derxin.
Ji bo zarok têbigêhin û serwext bin, ji wan re alîkariyek pêwist e. Zarok li gor zimanê xwe bersivan dixwazin.

Biçûk û mezin bi hev re
Di dema îro de wexta dê û bavan bi zarokan re kêm bûye. Loma jî zarok piraniya wextên xwe li ber TV û komputeran dibihurînin.
Û ev jî dibe sedem ku dan û sitandineke jîndar di navbera dê û bav û zarokan de pêk neyê. Dan û sitandin, gotûbêj û afirandinên di nav piçûk û mezinan de giring in, lê gelek caran meriv pê re nagêhin.
Lêkolînerên mejînas, kapasîteya fêrbûna dema zaroktiyê bi têra xwe baş nimandiye. Çiqas guneh e ku meriv li vê yeka ha xwedî dernekeve. Sersariyeke mezin e ku meriv berî dibistanê hin bi hin tîp, peyv û hejmaran bi zarokan nede naskirin.

Nasîna hacet û aletan
"Nasîna hacet û aletan" tiştekî welê ye ku meriv bi nasîna van hacet û aletan re bi ser zanîna tiştên din ve jî dibe û rê li ber zanîna meriv vedibe. Nemaze tîpên alfabeyê û peyv, hejmar û jimartin, jîrbûna xwendin û nivîsandinê... Di dawîya dema beriya dibistanê de ji bo gelek zarokan tîp û sembol balkêş in. Zarok hêdî hêdî hin gotinan nas dikin, gotinên ku li ser lewheyan, sernivîs û anonsan hene. Girêdana navbera tîpan, term û wêneyên ku di vê pirtûkê de hene "dilbijiya tîpan" li ba zarokan xurttir dike.
Ev ansîklopedî bi rêya tîp û alfabeyê alîkariya zarokan dike ku ew tiştan nas bikin û bizanin. Çi bi rêya komputeran be û çi bi pirtûkan be, zanîn û nasîna tiştan gelekî giring e.

Ev pirtûk berê xwe dide kîjan grûpan?
Ya rast ew e ku meriv bi hêsanî nikare bêje ka ev berhem ji bo zarokên kîjan grûp û temenî ye. Lewra zarok roj bi roj bi pêş dikevin. Lê em berî hertiştî berê xwe didin van grûpên zarokan:

Serdema beriya dibistanê
Ev serdem, di jiyanê de serdemeke welê ye ku meriv bêtir bîra tiştan dibe û ew baştir dike
vin serê meriv.
Beriya ku zarok bikarin bixwînin normal ev peryod dest pê dike.
Gelek caran wêneyek mereqdariya zarok gelekî xurt û zêde dike. Dema ku zarok pirsan
dikin, mezin, bi alîkariya tekstê dikarin wêneyan ji wan re rave bikin.

Peryoda daxwaza xwendina pêşîn
Piştî demekê xwendin hin bi hin hêsantir dibe, tîp û peyv hevokên bi wate saz dikin.
Pisporekî xwendinê, xwendin şibandiye texmîna di lîstikeke pêşketî de. Ji bo ku meriv di lîstikê de bi ser bikeve, divê meriv gelek gotinan bizane. Ji Şîrovekirina gotinan re wêne dikarin bibin alîkar.
Ji bo zarokên ku ji xwendinê hez dikin û baş dixwînin ev Ansîldopediya Zarokan destpêkeke giring e.

...pirtûkek ku zarok û mezinan bi hev re tevdigerîne!
Ev Ansîklopediya Zarokan, ji zarokan re dikare bibe alîkariyeke baş ku zarok li zanin û nasîna tiştan bigerin û herweha kêfxweşiya wan zêdetir bike. Lê meriv dixwaze dilgeşî û serpêhatiyên xwe bi kesên din re parve bike. Di nîgartin, ravekirin û formulekirina tiştan de ev dilgeşiya hevbeş û handana ziman ji bo zarokan tiştên gelekî giranbuha ne.
Zarokên ku ji diyalogan bêpar in, di têgêhiştin, rêziman û gencîneya peyvan de rastî kêmasiyan tên.
Divê meriv wek hogirekî bi zarokan re
tevbigere. Lê wek kesekî mezin divê meriv bêtirs diyar bike ku meriv nikare
bersiva her pirsê bide. Li ser me mezinan
erkek e ku em mereqdariya zarokan biparêzin!

Hûn ê çawa Ansîklopediya Zarokan bi kar bînin?
Di evê Ansîklopediya Zarokan de nêzî 500 peyv û gotin hene ku li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin. Hemû peyv û gotin jî li gor cîhan û fantaziya zarokan hatine hilbijartin. Di her rûpeleke vê ansîklopediyê de rêza alfabeya kurdî heye û tîpa aktuel li ser vê rêzê bi rengekî din hatiye nîşankirin.
Ev jî ji bo zarokan hêsan dike ku tîpa alfabeyê baştir bibîne û nas bike. Girêdana wêne, peyv û tîpan alîkariyê dike ku zarok zûtir serwextî zanînê bibin.
Weke nimûne em bibêjin peyva dil: Tu ê di ansîklopediyê de di beşa Dyê de li peyva dil bigerî. Piştî ku te dil dît, tu ê bizanibî ku dil di sînga merivan de ye, ji masûlkan pêk hatiye. Meziniya dilê herkesî bi qasî kulma wî ye. Gava dil lê dide, ew xwînê dişîne her aliyekî laş ku oksîjen û adanê bistîne...
Ger tu mereq bikî ku bi zimanekî din ji dil re çi dibêjin, tu dikarî li dawiya vê ansîklopediyê li ferhengoka kurdî, swêdî, îngilîzî, almanî û tirkî binerî.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues